Dr. Berwarî: Hevdîtinên Tirkiyeyê yên li Iraqê li dijî destkeftiyên kurdan e 2024-02-24 10:06:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku hevdîtinên di demên dawî de Tirkiye li Iraqê û Herêma Federe ya Kurdistanê dike li dijî destkeftiyên gelê kurd in û wiha got: “Hevkariya PDK û hêzên girêdayî wê yên bi Tirkiyeyê re, zirarê didin gelê kurd.”    Hevdîtinên Tirkiye û PDK’ê ên dij-kurd ên li Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam dikin. Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin û şandeya pê re di meha çileyê de li Iraqê gelek hevdîtin kirin. Piştre jî Kalin bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanîn re li Hewlêrê hevdîtin kir. Piştî hevdîtinên MÎT’ê yên li Başûr û Iraqê, îcar jî Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û şandeya pê re çû Iraqê. Guler, li Bexdayê gelek hevdîtin kir û piştre jî derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bû û bi Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Têkildarî van hevdîtinan her çiqas daxuyaniya “Ji bo ewlehî û îstîqrara herêmê li ser koordînasyon û hevkariyê hate sekinîn” hatibe dayîn jî, hat zanîn ku mijara esasî ya hevdîtinan xistina meriyetê ya “Peymana Şengalê” bû ku Rêveberiya Xweser a Şengalê hedef digire. Her wiha Serokkomara AKP’î Tayyîp Erdogan di 13’ê sibatê di Lûtkeya Hikûmetan a Cîhanê de li Dubaiyê bi Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanîn re hevdîtin kir.    Hevdîtinên di navbera Tirkiye û PDK’ê de zêde bûn û di rewşeke wiha de Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî dema ji serdana Ewropayê vedigeriya ji kanalekî televîyonê re got: “PKK belaya serê herêmê ye.”    Dr. Kamûran Berwarî   Cîgirê Serokê Akademiya Demokrasî û Siyasetê ya li Herêma Federe ya Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî têildarî daxuyaniyên rayedarên PDK’ê û gefên dewleta tirk ên li dijî Serokê YNK’ê Bafil Talabanî axivî.    ‘FELSEFEYA OCALAN DERDORÊN BAWERMEND DIAFIRÎNE’    Berwarî, diyar kir ku her kes azad e ku daxuyaniya ku dixwaze bide û wiha got: “Lê li gorî daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî, hêzeke ku daxwaza azadiya gelê kurd dike ji bo wan zirar e. Ji ber ku cihê PKK lê heye, kesayetên welatparêz, xwedî bawerî û felsefe hene. Nêrîna wan a ji bo cîhanê û kurdan, jiya birêz Nêçîrvan Barzanî û komên wan cuda ye. Lewma felsefeya PKK’ê û Ocalan ji bo xwe weke xetere dibînin. Helwesta PDK’ê kurdan dike du beş. Beşek jê ji bo azadiya Kurdistanê û mafên gelê kurd têdikoşe, beşeka din jî girêdayî dewletên herêmê ye. Bi taybet jî li gorî daxwaz û polîtîkayên dewletê tevdigerin. Tirkiye çi bixwaze dike, tiştên naxwaze jî nakin. Ev 30 sal in wiha domiya. Ev yek roj bi roj zelaltir dibe. Hêza herî zêde li Kurdistanê hevkariyê bi Tirkiyeyê re dike, PDK û hêzên girêdayî wê ne. Bi taybet jî piştî AKP di sala 2002’yan de bû îktîdar, hebûna xwe girêdayî AKP’ê kirine.”    ‘HEKE TIRKIYE DI ŞER DE ISRAR BIKE...’   Berwarî, bal kişand ser serdanên Tirkiyeyê yên li Başûr û Iraqê û ev nirxandin kir: “Ev serdan tu caran ne ji bo xêra gelê kurd û gelên Iraqê nehatin kirin. Sedema hevdîtinên aborî, siyasî û leşkerî ew e ku li kesên azadiya gelê kurd dixwazin bixin. Ev serdan, rewşekî li dijî destkeftiyên neteweyî yên gelê kurd in. Plan dikin bê ka dê kurên azad çawa tune bikin. Li dijî van planan, yekitiya neteweyî ya gelê kurd jî roj bi roj mezintir dibe. Daxwaza azadiyê zêdetir dibe. Her wiha guftûgoyên hêzên kurd a bi hêzên navneteweyî re zêde dibe. Heke Tirkiye israra xwe ya di vê siyasetê de bidomîne, dê gelê kurd jî siyaseta xwe ya li dijî Tirkiyeyê biguherîne. Şer û alozî dê bi kêrî Tirkiyeyê neyên.”    ‘DIXWAZIN MÎNA HEWLÊRÊ LI SILÊMANIYEYÊ BIKIN’    Bi domdarî Berwarî bal kişand ser gefên Hakan Fîdan li Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî xwarin û axaftina xwe wiha qedand: “Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, dema kurdek xwedî li netewe, nasname û welatê xwe derket, dewleta tirk wî/wê hedef digire. Ji Amerîkayê heta Iraqê, ji Rûsyayê heta Awûstûryayê, li kîjan deverê kurdek daxwaza azadiyê bike, Tirkiye wan terorîze dike. Êrişên wan ên niha li dijî Silêmaniye û Bafil Talabanî jî di vê çarçoveyê de ne. Sedema vê ew e ku YNK û Bafil Talabanî seknekî neteweyî raber dikin. YNK, mîna hinek hêzên din ciwanên kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê terorîze nake. Li el vê, Tirkiye dixwaze Silêmaniyeyê jî mîna Dihok û Hewlêrê veguherîne qada xwe ya leşkerî, siyasî û aborî. Dixwaze tiştên bi serê Dihok û Hewlêrê anîn, bi serê Silêmaniyeyê jî bîne. Anku dixwaze Talabanî bîne ser xeta xwe. Ji bo vê jî gefan dixwe.”    MA / Omer Akin