Bakirhan li Şirnexê ye: Îradeya birêz Ocalan esas bigirin û tecrîdê rakin 2024-02-24 12:02:15 ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di hevdîtina gel a partiya xwe ya li Şirnexê de axivî û wiha got: “Ên gefan li Rojava dixwin, li Îmraliyê tecrîdê li birêz Abdullah Ocalan ferz dikin. Tirkiye ji ber polîtîkayên tecrîdê xizan dibe. Heke hûn bixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, wê demê îradeya birêz Ocalan esas bigirin û tecrîdê rakin.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan serdanên xwe yên li Şirnexê didomîne. Bakirhan û şandeya pê re duh çûn serdana navçeyên Elkê û Qilebanê û îro jî tev li hevdîtina bi gel re ya li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê bûn.    Parlamenterên bajar û namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şirnexê Bêrîvan Kutlu û Tûran Saltan jî tev li hevdîtinê bûn. Xelkê bajar, Bakirhan û şandeya pê re bi çepik û tililiyan pêşwazî kir.    ‘EM Ê DIZAN BIŞÎNIN’   Bakirhan beşdar silav kir û got ku di hilbijartinê de li hemberî wan “tifaqa dizan” heye. Bakirhan, bal kişand ser bêusuliyên îktîdar di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de dike û wiha got: “Di hilbijartinan de dengê me dizîn û şaredarî bi dest xistin. Dixwazin pere û çanda we bidizin. Em ê di 31’ê adarê de dizan bişînin qesrê. Dê Şaredariya Şirnexê bikin mala kurdan. Ev du serdem in li Şirnexê îradeya gel xesp dikin. Yên ku ji xwe re dibêjin kurd, bîrdariya Orhan Dogan xera nake, navên kurdî yên kolana ranake. Zimanê kurdî yê bi hezaran sala ye li vê xakê dijî qedexe ye lê ingilîzî serbest e. Ev feraset ne tenê pere û bûdçeyê, her wiha ziman û pêşeroja zarokên me jî didize. Dê ev gel di 31’ê adarê de bersiva herî mezin bide wan.”    ‘DI 2019’AN DE BI OTOBÛSAN HILBIJÊR VEGUHESTIN’   Bakirhan, da zanîn ku AKP’ê di hilbijartinên 2019’an de bi rêya “hilbijêrên qaçax” Şaredariya Şirnexê bi dest xist û wiha pê de çû: “Îktîdara AKP-MHP’ê niha jî dest bi heman derewan kirin. Yên ku divê xizmetê ji Şirnexê re bikin, pişta xwe dane derewa ku dê ji Gabarê petrolê derxînin. Dema gotin li Gabarê petrol derketiye mazot 20 TL bû lê niha bûye 42 TL. Lê dê xelkê Şirnexê guh nede van derwan. Xelkê me dê bersiva pêwîst li ser sindoqan bide wan.”    GEFÊN LI DIJÎ ROJAVA    Bakirhan, di berdewamiya axaftina xwe de gefên Erdogan ên duh li dijî Rojava bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çi feydeya topên diavêjin Rojava ji bo Tirkiyeyê heye? Em ji kesên her tim dibêjin ‘mirin, tank, top’ re dibêjin êdî bes e. Li şûna vê ji bo xelkê Şirnexê bi zimanê xwe biaxive bixebitin. Lê ji bo kesên li Japonyayê dijîn hînî kurdî nebin tevdigerin. Ji bo Apê Mûsa, Orhan Dogan bên jibîrkirin tevdigerin. Tu feydeyekê van polîtîkayên şer ji bo Tirkiyeyê nînin. Niha bi hezaran girtî ji ber axaftina xwe ya bi kurdî û daxwaza xwe ya demokrasiyê di girtîgehan de ne.    TECRÎD   Yên ku gefan li Rojava dixwin, ew kes in ku dibêjin ‘bila kurd dayika xwe nebînin.’ Ev bû 3 sal ev kes li ser birêz Abdullah Ocalan tecrîdê ferz dikin. Gelo tecrîda li ser birêz Ocalan çi feydeyî dide Tirkiyeyê? Tirkiye polîtîkayên tecrîdê didomîne lewma xizan e. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, birêz Ocalan aktorekî pir xurt e. Heke hûn bixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, wê demê îradeya birêz Ocalan esas bigirin û tecrîdê rakin.    VEGUHESTINA HILBIJÊRAN   9 hezar hilbijêrên ji Edîrne, Trakya û Behra Reş ku Şirnexê nas nakin anîne vê derê û dixwazin îradeya we xesp bikin. Divê li hemberî her hilbijêreke qaçax ê heram, em du hilbijêrên helal qaneh bikin. Em ê hilbijêrên xwe yên li derveyî bajar bînin. Heke em li dijî van hilbijêrên qaçax hêza xwe zêde nekin, heke em van teşhîr nekin, heke em bi şev û roj nexebitin, dê di bin rêveberiya qeyûman de bimînin. Ji bo Şirnexeke bêyî qeyûman; divê em tevî dayikên laçikspî, mele û seydayan li Şirnexê seferberiyê ragihînin.    WESAYÎTA CENAZEYÊ NEDAN   Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de tenê bîrdariyek çêkir. Çemê Dîcleyê bi coş diherike lê li Şirnexê avê nadin xelkê Şirnexê. Ji bo qereqol û kalekolan av heye lê ji bo xelkê Şirnexê tune ye. Destê xwe deynin ser wijdana xwe û ji bo em bi hev re bersivê bidin, hilbijartina zarokên gelê me deynê stûyê me ye. Ji bo cenazeyê Emîne Guneş wesayîta cenazeyê nedan. Ka te digot ez kurd im, te digot ez şirnexî me, te digot ez zarokê eşîra me. Gelo ma şaredariyeke ku ji bo cenazeyan wesayîtan ande dibe? Dê gelê me bersiva herî baş bide van kesan.”