Hatîmogûllari: Dê qeyûm biçin û demokrasî were 2024-02-24 13:12:21 ÎDIR - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku qeyûman pergala mafyayê ava kirine û heqê gel dixwin. Hatîmogûllari, wiha got: “Dema me qeyûm şandin, dê careke din demokrasî li bajarên me vegere.”    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di hevdîtina gel a li navçeya Kulpê ya Îdirê de axivî. Beriya hevdîtinê, Hatîmogûllari ji hêla namzetên hevşaredariyê Kader Yîgîtalp û Îsmet Îlkutlu û partiyiyan ve di ketina navçeyê de bi konvoya wesayîtan hate pêşwazîkirin.    Hatîmogûllari bi stranên hilbijartinê yên partiyê keta navçeyê û welatiyên li ber rêyan û li baxçeyên malên xwe silav kir. Welatiyan jî Hatîmogûllari bi coşeke mezin silav kirin. Hatîmogûllari li cihê hevdîtinê bi stran, tililî û nîşaneyên serkeftinê hate pêşwazîkirin. Jinên tev li hevdîtinên de cilên herêmî li xwe kiribûn û fularên kesk, sor û zer li xwe kiribûn. Di hevdîtinê ji ewil namzetên hevşaedariyê axivîn û gotipn ku dê navçeyê bi hev re birêve bibin. Eleqeyeke zêde ya girseyê ji bo namzetan hebû.    BILA ENQERE VÎ DENGÎ BIBIHÎSE!   Piştre jî Hatîmogûllari axivî û bal kişand ser zextên ser patiya wan. Di vê navberê de girseyê dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kir. Hatîmogûllari jî wiha bersiv da girseyê: “Vaye bila Enqere vî dengî baş bibihîse û bizane ku girtina partiyan nabe çareserî.”    BERTEK NÎŞAN DA   Hatîmogûllari, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û wiha got: “Gel serî li ber vê zîhniyetê natewîne. Qeyûman, weke karê ewil kurdî qedexe kirin û saziyên jinan girtin. Di sedsala 21’emîn de carnan tenê rojê saetekê avê didin vê derê. Gelo ma dibe mirov vê qebûl bike?    Her cara ku baran dibare jî navçe di nava heriyê de dimîne. Xelkê navçeyê debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dike lê AKP’ê çandiniya welêt serûbin kir. Lê heke piştgiriyê bidin xelkê navçeyê, heke kooperatîf bên avakirin, dê xelkê navçeyê gelek tiştên baş bike. Ji bo çareserkirina van pirsgirêka jî dê namzetên me bi alîkariya we bên hilbijartin.    Gelê kurd ji bo hemwelatiya wekhev gelek bedel dan. Xwedî li DEM Partiyê derkevin. Xwedîderketina li DEM Partiyê, xwedîderketina li xwe û nasnameya xwe ye. Banga min ji bo xelkê navçeyê ye; bi şev û roj bixebitin, mal bi mal bigerin û bixebitin. Em ê di şeva 31’ê adarê de li vê qadê serkeftinê pîroz bikin.”    LI QADÊ HATE PÊŞWAZÎKIRIN   Hatîmogûllari piştî axaftina xwe, li gel dayikan buroya hilbijartinê vekir. Piştre jî bi welatiyan re govend gerand. Hatîmogûllari piştre ji bo bernameya li navenda Îdirê bi rê ket. Hatîmogûllari di ketina navendê de bi konvoyê hat pêşwazîkirin. Hatîmogûllari li Qada Zagrosê bi dahol û zirneyê hat pêşwazîkirin.    Hatîmogûllari li vir axivî. Hatîmogûllari got ku partiyî û welatî bi şev û roj dixebitin. Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser grevên birçîbûnê û Nobetên Edaletê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk.    Hatîmogûllari, diyar kir ku dê texrîbatên qeyûman rê li ber vekirine yek bi yek çêbikin û wiha pê de çû: “Li her cihê qeyûm lê hene dizî, talan û dijminatiya li kurdan heye. Li Îdirê mafya ava kirine û heqê xelkê Îdirê dixwin. Tenê li Îdirê 500 milyon lîre deyn heye. Vaye qeyûm ev e, dizîker û talanker in. Lê dema me şaredarî bi dest xist, dê feraseta şaredariya pir zimanî bixin meriyetê. Dê payerêyan çêbikin, binesaziyê xurt bikin, ji bo teşwîqkirina sewalkariyê projeyan pêş bixin û karê me yê ewil xurtkirina hilberînê ye. Dê deriyên şaredariyê heta dawiyê li ber jin û ciwanan vekin. Dê xizmeteke herî baş ji jinan re were kirin. Ji ber ku me dirûşma Sakîneyan, Jîna Emînîyan a ‘jin, jiyan, azadî’ ji xwe re esas girtiye.”    ‘HILBIJÊRÊN XEYALÎ’   Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha qedand: “AKP’ê şaredariyên bi dest nexistî jî bi rêya qeyûman stand. Ji bo qeyûman serî li her rêyê didin. Leşker li vir bi cih kiriye û dixwaze Şaredariya Îdirê bi saya wan wergire. Em jî dê li dijî van bi şev û roj bixebitin. Em ê bang li xizmên xwe yên derveyî bajar bikin ku bên û dengê xwe bidin. Em ê li dijî pergala qeyûm, şaredarvaniya demokratîk bixin meriyetê. Dê demokrasî bê Îdirê. Hêza gel ji ya qesrê mezintir e. Ez ji niha ve serkeftina we pîroz dikim.”   Piştî axaftinê, Hatîmogûllari tevî gel ji bo vekirina buroya hilbijartinê dest bi meşê kir. Di meşê de esnaf û welatî silav kir. Welatiyan jî bi nîşaneyên serkeftinê silav dan Hatîmogûllari. Di meşê de gelek caran dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hate berzkirin û piştî vekirina buroyê jî Hatîmogûllari ji bajar derket.