Aqûbeta 4 windakiriyan hate pirsîn 2024-02-24 15:18:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windakiriyan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Înan, Mehmet Yaşar, Mûrat Yildiz û Mehmet Mungan pirsîn.  Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windakiriyan li bajarên Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windakiriyan pirsîn û xwestin faîlên wan bên darizandin.   AMED   Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 785’an de bi şîara “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin”, li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê hatin gel hev. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Rezanê Leyla Ayaz û Siraç Çelîk, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn û Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan û pankart hate vekirin û malbatan wêneyên xizmên xwe hilgirtin.    Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Înan hate pirsîn ku di 28’ê sibata 1994’an de hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.    SERPÊHATIYA ÎNAN VEGOT   Serpêhatiya Înan, ji hêla Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Omer Saman ve hate xwendin. Saman, da zanîn ku Înan tevî malbata xwe li gundê xwe yê li ser sînorê Sêrtê dijiya û wiha domand: “Di înşaetê de dixebitî û 7 zarokên wî hebûn. Di 28’ê sibata 1994’an beriya windakirina xwe, du caran hatibû binçavkirin û dîsa hatibû berdan. Dema Înan di 28’ê sibatê de li gel malbata xwe li gund sewal diçêrand, ji bo pêdiviyên malbatê çû Sêrtê. Êvarê venegeriya malê û malbata wî kete nava fikaran. Agahî dan malbatê ku Mehmet Înan ji hêla kesên çekdar ve bi zorê li wesayîtê hatiye siwarkirin û revandin. Bav Alî Înan roja din çû Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê, walîtiyê û fermandariya tugayê û serlêdan kir. Lê çi encam jê derneket. 4-5 meh piştî windakirina Înan, polîsan bav Alî Înan birin Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê. Li wir çendek wêne nîşan dan lê bav Înan tu kes ji wan nas nekir. Polîsan di saetên dereng ên şevê de bav Înan birin malê. Tevî hemû hewldanên malbatê jî tu agahî ji Mehmet Înan nehatin girtin.”   Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.    ÊLIH    Şaxa ÎHD’a Êlihê û Xizmên Windakiriyan çalakiya xwe di hefteya 621’an de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” hate vekirin. Çalakvanan wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin hilgirtin. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Rêzan Baytar di çalakiyê de axivî û got ku heta aqûbeta windakiriyan tê zanîn dê çalakiya xwe bidomînin.    Baytar, piştre jî serpêhatiya Mehmet Mungan xwend ku di sala 1998’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nehatin girtin.    Baytar, wiha got: “Dema li herêmê pevçûn dest pê kirin, gundê malbata Mungan jî ji hêla leşkeran ve hate valakirin û li gundê Xezayayê bi cih bûn. Mungan 27 salî bû û ajokariya TIR’ê dikr. Ji bo barê tiştên dê bibe Iraqê di 18’ê adara 1998’an de çû Silopiyayê. Di saetên şevê de hate mala xalê xwe ya li Silopiyayê, hinek pere stand û ji malê derket. Piştre jî tu agahî jê nehatin girtin.”    Baytar, da zanîn ku tevî hemû hewldanên malbatê jî tu agahî derheqê Mungan de nehatin bidestxisin û got ku dê têkoşîna xwe bidomînin.    Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    COLEMÊRG    Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û Xizmên Windakiriyan çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin”, di hefteya 111’an de domandin. Çalakî, li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hat lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin, rêveberên Baroya Colemêrgê, Dayikên Aştiyê, DEM Partî û DBP’ê û Xizmên Windakiriyan tev li çalakiyê bûn. Çalakvanan pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” vekirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin.   Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Yaşar hat pirsîn ku di 28’ê sibata 1994’an di bin çavan de hate windakirin û Mûrat Yildiz û Zekî Yilmaz ên di salên 90’î de hatin qetilkirin jî hatin bibîranîn.    'EM Ê AQÛBETA WAN BIPIRSIN’   Endama Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Pinar Şen Zengîn daxuyanî xwend û got ku di salên 90’î de gelek kes di bin çavan de hatine windakirin. Zengîn, wiha domand: “Sekna xurt a Dayikên Şemiyê, bû deriyê hêviyê ku ji Qada Galatasarayê ber bi cîhanê ve vebû. Em ê ji bo kesên din bin çavan de hatine windakirin li hemû qadan biqîrin. Ji bo gora Mehmet Yaşar bi çîçekan bê xemilandin, em ê tu caran dev ji têkoşîna xwe û pirsîna aqûbeta windakiriyan bernedin.”    Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   ÎZMÎR   Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî her du hefteyan carekê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” li dar dixe. Çalakiya vê hefteyê li pêşiya Sumerbank a Berê ya li Konaê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên “Windakirî wijdan in û xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in, windakirî li ku ne” hatin vekirin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mûrat Yildiz (19) hate pirsîn ku li Bornovayê hatibû binçavkirin û windakirin. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hate xwendin.    Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban axivî û wiha got: “Lêgerîna heqîqeta ji bo windakiriyan ji sala 1995’an ve didome. Bi hezaran kes di bin çavan de hatin windakirin. Faîlên wan nehatin dîtin. Em dizanin faîlên wan kî ne. Em ê qêrîna xwe ya ji bo windakiriyan bidomînin. Ev meseleye ne tenê meseleya windakirina mirovan e. Her wiha meseleya aştî û demokrasiyê ya welêt e. Em ê heta dawiyê van daxwazên xwe bînin ziman.”    Piştre jî Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş serpêhatiya Mûrat Yildiz vegot.