Ji bo mitînga azadiyê li Esenyûrtê banga tevlibûnê hat kirin 2024-02-24 15:41:39 STENBOL – Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar ji bo mitînga “Azadî û Demokrasiyê” ku dê sibe were lidarxistin, li Esenyurtê banga tevlibûnê kirin.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê ji bo piştevaniya bi “Meşa Mezin a Azadiyê” ku di navbera 1-15’ê sibatê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 35 meh in di bin tecrîdê de tê ragirtin û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk hatibû lidarxistin, sibe dê “Mitînga Azadî û Demokrasiyê” li dar bixe. Mitîng dê sibe li Qada Esenyurtê bê lidarxistin û amadekariyên ji bo mitîngê didomin. Di çarçoveya bangawaziya tevlibûna mitîngê de li gelek taxên Esenyurtê belavok hatin belavkirin.    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, rêveberên DEM Partiyê ya Esenyurtê û gelek welatî tev li belavkirina belavokan bûn. Di dema çalakiyê de li pirsgirêkên gel hate guhdarîkirin, girîngiya “Meşa Azadiyê” hat vegotin û banga tevlibûna mitîngê li gel hate kirin.    Belavkirina belavokan bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.