Ji Hevserokê DFG'ê Altan banga ji bo danişîna rojnamevan Muftuoglûyê 2024-02-25 09:08:23   AMED - Hevserokê DFG'ê Serdar Altan diyar kir ku rojnameger Dîcle Mûftûoglû ev 10 meh in bi awayekî derhiqûqî di girtîgehê de tê girtin û ji bo danişîna wê ya ku dê di 29'ê Sibatê de bê lidarxistin, bang kir.   Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Mûftûoglû di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, di 29’ê Nîsana 2023’yan de li Amedê di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Mûftûoglû di 3'yê Gulanê Roja Rojnamegerên Cîhanê de ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê. Di îdianameyê ku ji 43 rûpelan pêk tê, di 41 rûpelan de gotinek jî ne der barê Muftuoglûyê de ye. Muftuoglû bi "endamtiya rêxistinê" û "rêveberiya rêxistinê" tê sûcdarkirin. Mûftûoglû ku 2 caran li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derket pêşberî dadger, nehat berdan.    Danişîna sêyemîn a Muftûoglûyê dê di 29'ê Sibatê de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. Beriya danişînê, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Cemiyeta Rojnamegerên Hemdem (ÇGD), Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA), Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî û Çapemeniyê ya Tirkiyeyê (BASIN-ÎŞ), Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) jî di nav de 6 saziyên pîşeyî bang li saziyên navneteweyî kirin.   Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, ji bo danişîna dê di 29'ê Sibatê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.   Altan anî ziman ku rojnameger Mûftûoglû 10 meh in girtî ye û destnîşan kir ku girtina wê veguheriye cezakirinê. Altan diyar kir ku di şexsê Mûftûoglûyê de rojnamegerî tê darizandin û got: “Lê belê Mûftûoglû ji ber ku rojnamegereke kurd e, baş xwedî lê nayê derketin. Ev me xemgîn dike. Lê belê erka rojnamegeran parvekirina heqîqetê ye. Zextên ji ber bêdengiya li ser girtina rojnamegerên kurd her diçe zêde dibin. Me her tim gotiye ger hûn îro li hemberî zextên li ser me bêdeng bimînin wê sibe dora bê we û wiha bû. Ji ber vê yekê em dibêjin werin em bên cem hev û dawî li vê bêdengiyê bînin."   BANGA LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ   Altan anî ziman ku beriya danişînan ji bo xwedîderketina li girtî Muftûoglûyê bangawazî kirine û wiha got: “Ev bang her çi qas girîng bûn jî me dît ku têrê nakin. Vê carê jî me bi îmzeya 6 saziyên rojnamegeriyê yên li Tirkiye û Kurdistanê bang li rojnamevanên navneteweyî, parêzvanên mafên mirovan û partiyên siyasî kir. Armanca sereke ya bangê ew e ku li hemberî doza Dîcle Mûftûoglûyê bêdeng nemînin. Em dixwazin her sazî di warê xwe de çi ji destê wan tê bike, hin bi rêya medyaya civakî, hin bi daxuyaniyên çapemeniyê û hin jî bi xebatên li Tirkiyeyê."   BANGAWAZÎ   Altan ji bo danişîna 3'yan a Mûftûoglûyê ku wê di 29'ê Sibatê de bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir û wiha got: “Êdî ev yek nayê qebûlkirin. Divê kes vê qebûl neke. Divê ji bo vê yekê tiştek bê kirin. Êdî gotin bi kêr nayê. Divê ji bo vê tevgerek xebat hebe. Ji ber ku êdî kêr gihaştiye hestî. Divê ev bêhiqûqî û îşkence bi dawî bibe û Dîcle bê berdan. Di roja danişînê de divê her kes piştgiriyê bide doza Dîcleyê û were danişînê. Dîcle ne bi tenê ye. Dîcle Mûftûoglû rojnamevan e û rojnamegerî ne sûc e. Dîcleyê sûc nekiriye. Divê demildest serbest bê berdan.”   MA / Mehmet Guleş