Parêzerê Abdullah Ocalan: Helwesta CPT’yê dike ku tecrîd girantir bibe 2024-02-25 09:30:57   STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku helwesta CPT’yê ku neçû serdana Îmraliyê dibe sedema kûrbûna tecrîdê û wiha got: “Ev tê wateya paşguhkirina helwestên derhiqûqî yên Tirkiyeyê.”    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin 36 meh in tu agahî nayên girtin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî geşedanên di navbera 1’ê mijdara 2023’yan û 31’ê çileya 2024’an ên derheqê miwekîlên wan de, di 15’ê sibatê de serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Di serlêdanê de buroyê bal kişand ser rewşa “İncommunicadoyê” (agahînegirtina mutleq), têkildarî mercên ragirtinê yên bi awayekî sîstematîk qedexeya îşkenceyê binpê dike, erdhej, grevên birçîbûnê û geşedanên din agahî da û daxwazên xwe rêz kir.    Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku di navbera 1’ê mijdara 2023’yan û 31’ê çileya 2024’an de parêzeran 26 û malbatan jî 13 serlêdan ji bo hevdîtinê kirine. Bi domdarî hat diyarkirin ku tenê yek nameyeke miwekîlên wan jî negihiştiye ber destê wan û aqûbeta nameyên di nava 3 mehan de ji miwekîlên wan re hatine şandin jî nayê zanîn. Parêzeran, gotin ku têkildarî mafê axaftina li ser telefonê jî tu pêşketin çênebûne. Di serlêdanê de parêzeran destnîşan kirin ku ji sala 2018’an heta niha di bin navê “disiplînê” de herî kêm 18 caran ceza hatiye dayîn û hatine astengkirin. Parêzeran, daxuyandin ku cezayê “disiplînê” di 19’ê çileya 2024’an de bi dawî bûye lê dîsa jî bersiva serlêdana malbatan nehatiye bersivandin.    Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez   DIVÊ CPT BIÇE SERDANA ÎMRALIYÊ   Di berdewamiya serlêdanê de hat gotin ku erdhejên li Gemlîkê çêbûn fikarên wan zêdetir kirine û serlêdanên di vê çarçoveyê de hatine kirin jî bêencam mane. Di serlêdanê de serlêdanên rêxistinê maf û hiqûqê yên ji bo çûna Îmraliyê hatine kirin hatin bibîrxistin. Bi domdarî berpirsyartiyên CPT’yê hatin bibîrxistin, hat xwestin ku CPT dîsa biçe serdana Îmraliyê û ev daxwaz hatin kirin: “Divê rewşên ragirtinê yên heyî li gorî rûmeta mirovahiyê bên sererastkirin. Di serî de parêzer û malbat divê pêwendiyên wan ên bi derve re bên danîn û hemû mafên wan ên agahîgirtinê bên bicihanîn. Ji bo qedexeyên derqanûnî yên sîstematîk bên bidawîkirin, hemû hewldanên pêwîst bên kirin.”    Lê belê tevî vê serlêdanê jî CPT’yê ragihand ku di navbera 13-22’yê sibatê de li Tirkiyeyê çûye serdana girtîgehan lê belê di nava wan girtîgehan de Îmrali tune bû. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî bertek nîşanî daxuyaniya CPT’yê da û got ku ev rewş nayê qebûlkirin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku CPT’yê bi helwesta xwe ve di mijara tecrîdê bêhtir cisaret daye Tirkiyeyê.    Bîlmez, da zanîn ku di 15’ê sibatê de tam jî dema CPT li Tirkiyeyê serlêdan kirine û ev tişt anî ziman: “Di serlêdana xwe de me jê xwest ku biçe serdana Îmraliyê. Mê jê xwest ku heke hewce bike bila derheqê Tirkiyeyê de daxuyaniyê bide. Me gotibû ku Tirkiye bi şîretên CPT’yê nake.”   HEVDÎTINA CPT’YÊ: ME FIKARÊN XWE PARVE KIRIN   Bîlmez, diyar kir ku di meha çileyê de li Strasbourgê bi CPT’yê re hevdîtin kirine û fikarên xwe yên têkildarî miwekîlên xwe parve kirine û wiha domand: “Me jê re got ku rewşa agahînegirtina mutleq êdî nema dikare xwe li ber were girtin. Ev bû 3 sal û fikarên me her ku diçe zêdetir dibin. Îcar ev ne tenê fikarên me ne. Fikarên gelê kurd jî zêde bûn. Me ev tevek di hevdîtinê de parve kirin. Hem me rewşa li Îmraliyê bi hûr û kûr vegot hem jî me jê xwest ku biçin serdana Îmraliyê.”    ‘ÇAVÊN XWE LI BÊHIQÛQTIYAN DIGIRIN’   Bi domdarî Bîlmez destnîşan kir ku nayê qebûlkirin ku CPT neçe serdana Îmraliyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev bû 3 sal tu kes naçe Îmraliyê û bi tu awayî agahî jê nayên girtin. Em qala girtîgeheke ku tecrîd li wir veguheriye îşkenceyê dikin. Di demeke ku girtîgeheke wiha heye de CPT çawa naçe serdanê. Bi vê helwesta xwe tenê karê Tirkiyeyê hêsantir kirin. Çavên xwe li helwestên derhiqûqî yên Tirkiyeyê girtin.”    ‘CISARETÊ DIDE TIRKIYEYÊ’   Bîlmez, got ku helwestên CPT’yê cisaretê didin Tirkiyeyê û axaftina xwe wiha qedand: “Ev rewş, dike ku tecrîd hêj girantir bibe û divê dawî li vê rewşê bînin. Em jî dê di serlêdanên xwe yên ji bo CPT’yê de rexneyên xwe bînin ziman.”   MA / Îbrahîm Irmak