Dayika Rohat Aktaş: Ew kulîlkên herî xweşik ên biharên me bûn 2024-02-25 09:52:47   RIHA - Dayika Rojnameger Rohat Aktaş ê di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hat qetilkirin Melîha Aktaşê ji bo kurê xwe û kesên bi wî re jiyana xwe ji dest dane got: "Ew kulîlkên herî xweşik ên bihara me bûn."    Sala 2015’an ku desthilata AKP’ê bi polîtîkayên neçareserkirina meseleya kurd cardin vegeriya konsepta şer, bi qedexeyên derketina derve yên li bajarên Kurdistanê bû destpêka êrişên topyekûn. Bi vê konseptê re ku bû sedema mirina bi sedan kesî, bajar hatin şewitandin û wêrankirin û bi hezaran mirov koçber bûn. Di dema qedexeya derketina derve de ku di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat ragihandin, Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş jî di nav de zêdetirî sed kes hatin şewitandin û qetilkirin.    Dema ku qedexeya derketina derve hat îlankirin Aktaş got, "Eger ez li vir rastiyan nîşan ranegihînim, tu wateya vê pîşeyê namîne" û bi nederketina ji navçeyê re rastî gihandin raya giştî. Aktaşê ku di meha ewil a pevçûnê de di encama bomberdûmana mala ku lê dima birîndar bû, bi birîndarên din re nebirin nexweşxaneyê. Der barê komkujiyê de lêpirsîn nehat destpêkirin, serlêdanên malbatan ên li dadgehên herêmî bi hinceta “neşopandinê" hatin redkirin û îtîrazên li dijî biryarên redkirinê jî hatin redkirin. Di serlêdanên li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) de biryara "Mafê jiyanê nehatiye binpêkirin" hat dayîn. Malbatên ku xizmên xwe winda kirin dosyeyên xwe birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Lê her çi qas sal derbas bûne jî, hê jî der barê berpirsyarên komkujiyê de lêpirsîn nehatine destpêkirin.   Melîha Aktaş a ku gava kurê wê li Cizîrê birîndar bû, li gundê Girê Mîra yê Nisêbînê di çalakiya nobedê de bû, behsa wê pêvajoyê kir. Aktaş a ku dema qala kurê xwe Rohat kir hestiyar bû, anî ziman ku di nava 9 salan de rojekê be jî kenê kurê xwe ji bîr nekiriye. Aktaş ji bo kurê xwe got: “Rohat di malbateke welatparêz de mezin bû. Dema ciwan bû wî gelek tişt fêm kir. Her çi qas biçûk bû jî di nav civakê de deng veda. Dema em Rohat vedibêjin peyv di qirika me de asê dibin. Gelek tişt hene ku em bibêjin, lê mirov nikare bibêje."    HEVDÎTINA DAWÎ   Aktaş anî ziman ku dema li Girê Mîra di çalakiya nobedê de bûye bihîstiye ku kurê wê birîndar bûye û hewl daye biçe Cizîrê, lê leşkeran nehiştiye. Aktaşê bi bîr xist ku çûna ambulansan jî hatiye astengkirin û wiha got: “Birîndar bi rojan birçî û tu li jêrzemînan li benda ambulansê man. Birîndar bi telefonê gihaştin xizmên xwe û rewşa xwe vegotin. Li şûna alîkariyê bombe li wan barandin. Navçe bi temamî wêran bû." Aktaşê anî ziman ku di çalakiya li Girê Mîra de kurê wê Rohat telefonî wê kiriye û der barê axaftina dawî de ev tişt gotin: “Telefona min lêxist, dengê Rohat bû. Ji min re got 'Dayê, hay ji xwe hebe' û ev yek 3 caran dubare kir. Wî got ku telefon di jêrzemînê de nakişîne, ji bo bikişîne çend derenceyan hilkişiyaye jor. Dema ev tişt digotin, ji paş ve dengê bomberdûman û guleyên dihat. Min jê re got dakeve jêr û biçe cihekî ewle da ku tiştek bi wî neyê."   ‘PEYV TÊRÊ NAKIN'   Aktaşê got: "Heta ez sax bim ez ê wî dengî ji bîr nekim. Piştî ku bajar hat kavilkirin û qedexe bi dawî bû, ez çûm navçeyê. Ne mimkun e ku em tiştên ku me ew dîtin bi gotinan bînin ziman. Ji bo vegotina tiştên ku qewimîne gotin têrê nakin. Bajarê ku me dît bajarekî bi tevahî cuda bû. Me ev got; Em texmîn dikim ku em hatine cîhaneke din. Me ev pirs ji xwe kir: Li welatê me komkujiyeke wiha çawa dibe?”   Dayik Aktaşê bilêv kir ku 9 sal di ser komkujiyê re derbas bûye lê hê jî kiryar nehatine cezakirin û got ku ev polîtîkayeke dewletê ye. Aktaşê wiha domand: "Em naxwazin Rohat û Mehmetler (Mehmet Yavuzel) careke din bên qetilkirin. Ji bo vê jî divê her kesê desthilatdariya wê demê bê cezakirin. Ji bo careke din Rohat û Mehmet neyên qetilkirin divê ev kes bên cezakirin. Ew kulîlkên herî xweşik ên bihara me bûn. Kulîlkên me kuştin. Dibêjin li Tirkiyeyê hiqûq heye, lê heta îro em şahidiya tiştekî wiha nebûn. Bi sedan zarokên me hatin qetilkirin, lê dadgehan jî doz venekir."   MA / Emrûllah Acar