Biryara beraetê hatibû dayîn: Derket holê ku hinek zarokên din jî tacîz kiriye 2024-02-25 09:58:28   ŞIRNEX - Kesê bi navê Kadîr M. li navçeya Silopiyayê ji ber sûcê “tacîza li dijî zarokan” hatibû darizandin û beraet kiribû. Derket holê ku Kadîr M. li dijî hinek zarokên din jî heman sûc kiriye.    Kesê bi navê Kadîr M. (52) ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê esnaftiyê dike, di 17’ê kanûna 2021’ê de tacîza zayendî ya sîstematîk li zarokek 8 salî kir. Piştî zarokê tiştên bi serê wê hatin ji mamosteya xwe re parve kirî, bûyera tacîzê derket holê. Li ser giliyê malbata zarokê, derheqê Kadîr M. de doz hate vekirin. Kadîr M. bi awayekî negirtî dihat darizandin û ji ber sûcê “tacîza zayendî ya sîstematîk li zarokê kiriye” li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hate darizandin. Di duyemîn danişîna dozê ya di 27’ê îlonê de derheqê bersûcî de biryara beraetê hate dayîn. Parêzerên malbata zarokê li dijî biryarê îtîraz kirin.    Derket holê ku bersûcê derheqê wî de biryara beraetê hatibû dayîn li heman taxê tacîza zayendî li zarokên bi navên P.O. û L.O. jî kiriye. Li ser vê yekê malbat çûn Dozgeriya Silopiyayê û giliyê Kadîr M. kirin. Li ser giliyên zarokan, dozgeriyê derheqê Kadîr M. de dîsa lêpirsîn da destpêkirin.    Îdianameya nû ya bi sûcê “tacîza zayendî ya li dijî zarokan” derheqê Kadîr M. de hatiye amadekirin ji hêla 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê ve hate qebûlkirin. Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku zarok di îfadeyên xwe de jidil in.    Di îdianameyê de hat gotipn ku zarokên cuda jî heman gilî kiriye û vê yekê jî gumana heyî xurtir kiriye. Di îdianameyê de hat xwestin ku Kadîr M. were cezkirin.    Danişîna ewil a Kadîr M. dê di 27’ê sibatê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê were lidarxistin.