Gelo rêxistinên civaka sivîl ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çi difikirin? 2024-02-25 10:24:57   AMED - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê ji bo nîqaşkirina çareserkirina pirsgirêka kurd hatin gel hev gotin ku divê hemû derdor berpirsyartiyê li xwe bigirin û pirsgirêk dikare bi rêya guftûgoyê were çareserkirin.    Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd li hotêleke bajar bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya. Di civînê de bandora neçareseriyê ya li ser welêt hate nîqaşkirin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl têkildarî mijarê bi ajansa me re axivîn.    SERNAVÊ EWIL MESELEYA KURD BÛ   Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku parastvanên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl û pîşeyî bi sala ye dibêjin ku sedema sepanên ne demokratîk, bingeha xwe ji neçaerserkirina pirsgirêka kurd digire. Yilmaz, destnîşan kir ku weke komele ev du sal in hewl didin bala civakê bidin ser vê mijarê û wiha domand: “Lewma me ‘Nobeta Aştiyê’ da destpêkirin. Em hewl didin bibêjin ku aştî pêdiviyeke lezgîn e. Derdorên cuda tev li civînê bûn û jîmnastîka fikrî hate kirin. Meseleya kurd ji meseleyên cuda divê bi lezgînî were çareserkirin. Daxwaza me ya heta niha ya ji hikûmetê ew bû ku vê mijarê bi guftûgoyê çareser bikin. Li gorî me divê îktîdara siyasî îradeya xelkê herêmê raber dike esas bigire û bi lezgînî gavan biavêje.”    MUXATABÊN ÇARESERIYÊ    Di berdewamê de Yilmaz got ku muxatabên çareseriyê, aliyên şerê heyî ne û ev tişt anî ziman: “Li her devera cîhanê di mijara çareseriyê de qaîdeyek heye; ew jî ew e ku aştî di navbera aliyên şer dikin de tê kirin. Di navbera salên 2013-15’an de pêvajoyeke muzakereyan hebû û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, gavek hatibû avêtin. Li ser navê PKK’ê, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi rayedarên dewletê re hevdîtin dikir. Bêguman ji bo pêvajoya bi zelalî pêş bikeve, pêdivî bi aliyên sêyemîn heye. Ev aliyê sêyemîn jî bi ketina dewrê ya înîsiyatîfên sivîl û rûspiyên civakê dibe.”    DIVÊ RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL JI BO ÇARESERIYÊ ZEXTÊ BIKIN   Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Suzan Îşbîlen jî pirsgirêka kurd bandorê li tevahiya welêt dike û wiha got: “Ciwanên me jiyana xwe ji dest didin. Sedema esasî ya krîza aborî jî neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkayên ewlehiyê ne. Dema civak bertekê nîşan dide jî dibêjin; ‘Ma hûn dizanin bê ka heqê fîşekekî çiqas e?’ Mirovan di navbera du alternatîfan de asê dikin û ev jî israra di neçareserkirinê de ye. Encamên vê israrê her roj bi êşên cuda xwe didin hîskirin. Anîn astekî wisa ku îktîdar astengkirina girtiyên bi nexweşiya penceşêrê ketin weke çareserî dibîne. Di esasê xwe de ev israra di neçareserkirinê de ye. Civak di ferqa vê de ye. Tenê heke rêxistinên civaka sivîl zextê li siyasetê bike dikarin wan bînin ser rêya çareseriyê.”    Îşbîlan, anî ziman ku neçareserî herî zêde bandorê li jinan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mimkin nîne ku tundiya li her qadê zêde bûyî bandorê li jinê neke. Bêguman heta encamek ji vê meseleyê derdikeve jî em ê bişopînin. Rêyekî zehmet e û dibe ku bedelên wê jî hebin lê dê serkeftina wê ya herî mezin jî bibe ew ku êdî cenaze dê neyên, dê xizan xwe bidarve nekin û xizanî dê rê li ber zêdebûna tundiya li ser jinê veneke. Îdiaya me ya afirandina civakeke wiha heye. Hedefa me ew e ku civakeke ku jin, ciwan û zarok xwe tê de biewle hîs dikin ava bikin.”    ‘MUXATAB OCALAN E’   Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yê Amedê Riza Polat jî bal kişand ser girîngiya civînê û ev nirxandin kir: “Mijara me li ser nîqaş kirî, polîtîkayên bi sala ye li dijî gelê kurd tên meşandin bû. Ziman, çand û hebûna gelê kurd bi sedsala ye di bin tecrîdê de ne. Bi polîtîkayên pişaftin û şer re gelê kurd ji ziman û çanda xwe hat dûrxistin. Di rewşa heyî de dixwazin hebûna wan ji wan bistînin. Gelo em dikarin di çareserkirina pirsgirêka kurd de çi bikin û dikarin dengê xwe çawa bilindtir bikin, em bi vê mebestê civiyan.”   Bi domdarî Polat bi lêv kir ku divê rêxistinên civaka sivîl xwerexnedayîna xwe bikin û vê pêvajoyê birêve bibin. Polat, wiha pê de çû: “Gelo ji 2015’an ve me li dijî şer û polîtîkayên tunekirinê çi kir? Divê em li ser pirsgirêkê nîqaşan bikin û muxatab pêşkeşî civakê bikin. Muxatab pir eşkere ye, birêz Abdullah Ocalan e. Divê sazî jî vê bixin rojeva xwe. Divê ji bo çareseriya meseleya kurd û mafên hebûnê yên gelê kurd li ser maseyê rûnin. Divê li ser meseleyê biaxivin û çareser bikin.”    ‘PIRSGIRÊKEKE SER SIYASETÊ RE YE’   Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Amedê Yildiz Ok Orak jî têkildarî civînê ev tişt anî ziman: “Ev civîn nîşaneya wê ye ku divê êdî ev pirsgirêk were çareserkirin û hemû derdor jî ji bo berpirsyartiyê li xwe bigirin amade ne. Divê were dîtin ku di bingeha hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê de pirsgirêka kurd heye. Di esasê xwe de hemû kes dibîne lê ji bo çareseriyê gav naavêjin. Ev civîn ji bo bangawaziya vê hat lidarxistin. Bi taybet jî me bi rêxistinên civaka sivîl re  kir. Ji ber ku cihê çareserkirina pirsgirêkên wiha rêxistinên civaka sivîl in. Muxatabên pirsgirêkê jî gelek alî ne. Ev pirsgirêk divê bi tevahiya aliyan re bê çareserkirin û tavilê gav bên avêtin.”    MA / Eylem Akdag