Bakirhan: Ma ji bilî xizaniyê we çi da Kerboranê? 2024-02-25 11:33:55 MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di hevdîtina bi gel re ya li Kerboranê de axivî AKP’iyên bi rêya veguhestina dengan şaredarî bi dest xistin tu xizmet ji gel re nekiriye û wiha got: “Ma ji bilî xizaniyê we çi da Kerboranê?”  Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û şandeya pê re tev li hevdîtina bi gel re ya li navçeya Kerboran a Mêrdînê bûn. Bakirhan û şandeya pê re di ketina Taxa Deywanê ji hêla partiyiyan ve hatin pêşwazîkirin. Girseyê bi konvoyeke mezin a wesayîtan li navenda navçeyê tur avêt. Welatiyan jî bi nîşaneyên serkeftinê silav dan. Bakirhan, li pêşiya buroya hilbijartinê ya ku dê were vekirin xîtabî gel kir. Bakirhan, li vir bi girseyî hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de alayên partiyê hatin libakirin û coşa welatiyan bal dikişand.    Bakirhan, got ku Kerboran bajarê berxwedan û serhildanê ye û wiha got: “Dê xelkê Kerboranê di 31’ê adarê de hesabê ji dijminên gelê kurd bipirse.” Bakirhan, serdana xwe ya 20 sal berê ya li Kerboranê bi bîr xist û wiha axivî: “Wê demê hevalên jin em pêşwazî kiribûn. Mîna îro, wê demê jî zextekî giran hebû. Zilmeke mezin hebû. Ez careke din wan hevalên jin bi dilgermî silav dikim. We hevalên jin bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî' Rojava azad kir. Hûn bûn stûna bingehîn a gelê kurd.”    ORHAN DOGAN Û GARÎBE GEZER BI BÎR ANÎ   Bi domdarî Bakirhan, Orhna Dogan û Garîbe Gezer bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “30 sal berê li Kerboranê 7 zarok hatin qetilkirin. Çawişê pispor ê wijdana wî ranegirtî û agahî dayîn jî hate şewitandin û qetilkirin. Ev doza ku weke Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê dihat zanîn, mîna dozên Sêwas û Mereşê bi necezakirinê biencam bûn. Ev pergala ku ziman û îradeya gelê kurd tune dihesibîne, kesên kurd û kedkar qetil kirin xelat kir. Kerboranê serî li ber cînayetên kiryarnediyar netewand û partiya xwe silav kir. Dê di 31’ê adarê de jî bersiva pêwîst bide kesên hewl didin îradeya gelê kurd bidizin. Dê bersiva van komkujiyan û tunehesibandinan li ser sindoqê bide.” Bakirhan, namzeta hevşaredariyê ya partiya xwe Asya Gezer nîşan da û wiha got: “Ji bo rêzgirtina li hemberî bîranîna Garîbeyê (Gezer) jî ma be, divê gelê me yê birûmet xwedî li hevala Asyayê derkeve.”    ‘MESELEYA KURD 7 RUH E’   Bakirhan, bertek nîşanî gotina rayedarên îktîdarê ya “Pirsgirêka kurd tune ye” da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêka kurd, 7 kesên li Kerboranê hatine qetilkirin e. Heke li tiştên xelkê me yê Kerboranê jiyanîn ku ev 40 sal in li Kerboranê li hestiyên xwişk-birayên xwe digerin binêrin, wê demê dê fêm bikin bê ka pirsgirêkeke çawa ye. Kerboran, bi rêya hilbijêrên qaçax ji me standin. Niha jî heman rêbazê bi kar tînin. Baş e lê şaredar çi kir? Navê hevalê me Orhan Dogan ji parkê rakir ku emrê xwe bi têkoşîna demokratîk a gelê kurd derbas kir. Gelo ma em dikarin bibêjin ev şaredar kurd e? Dê navê Orhan Dogan ji parkê rakî û navê kesekî li derve lê bikî û piştre jî bibêjî ‘Ez kurd im. Ka here karê xwe.”    ‘MA JI BILÎ XIZANIYÊ WE ÇI DA GEL?’    Di berdewamê de Bakirhan gotina Erdogan a “ji kesên deng nadin re xizmet tune ye” bi bîr xist û wiha pê de çû: “Xelkê Kerboranê di destê îktîdarê de ye; ne rê ne jî av heye. Ahmet Turk li vir e, baş dizane bê ka payerê û qîr tiştekî çawa ye. Emrê vê qîra ji bo hilbijartinê hatiye lêkirin gelek dirêj nîne. Dizanin ku hilbijartin winda kirine lewma ev pêşkeşî rantxwiran kirine. Xelkê Kerboranê bi AKP’ê ve tê birêvebirin. We çi xizmet kiriye? We ji bo jin û ciwanan çi derfet afirandine? Ji bilî xizaniyê we çi da xelkê Kerboranê? Tu kesên di nava pergala ku me tune dihesibîne û dibêje ‘kurd tune ne’ ji me nînin. Yên ji me vaye li vir in.”    'EM Ê DI 31’Ê ADARÊ DE MIZGÎNIYÊ BIDIN’   Bakirhan, bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên li Kerboranê û axaftina xwe wiha qedand: “Bijîşkên tên vê derê, diçin cihên din. Em ê dengên xwe bidin xwe. Em ê bidin xwişka Garîbe Gezer, bidin heval Ramazan. Em ê bidin hevalên me Ahmet û Devrîmê. Em hevalên xwe emanetî we dikin. Me hevala Devrîm weke namzet ji bo we anî ku emrê xwe, ciwantiya xwe ji bo ziman û muzîka kurdî derbas kir. Em ê dengê xwe bidin namzetên xwe yên di xizmeta gel de. Em ê mizgîniya şandina van di 31’ê adarê de li Serhedê, li Botanê û li her derê bidin.”    Piştî axaftinan, buroya hilbijartinê hate vekirin.    LI MIDYADÊ BUROYA HILBIJARTINÊ HAT VEKIRIN    Bakirhan û şandeya pê re piştî bernameya li Kerboranê derbasî navçeya Midyadê bûn. Di ketina navçeyê de bi gelek wesayîtan hatin pêşwazîkirin. Piştî tura li navenda navçeyê, girse derbasî Dortyolê bû ku dê buroya hilbijartinê lê bihata vekirin. Bi hezaran kes tev li vekirina buroyê bûn û piştî axaftinên hevserokên navçeyê, namzetan gel silav kirin. Piştre jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û spasiya girseyê kir. Bakirhan, ev tişt anî ziman: “Li Midyadê gel û baweriyên qedîm dijîn. Tam jî mîna DEM Partiyê ne. Tekane partiya ku kurdan, tirkan, suryanan û ereban tîne ba hev, DEM Partî ye. Bi hezaran sala ye suryan, elewî û kurd bi hev re dijîn.”    ‘EM XWIŞK-BIRATIYÊ DIHÛNIN’   Bakirhan, bi bîr xist ku dema parlamenterê wan George Arslan bi suryanî, parlamenter Bêrîtan Guneş bi kurdî û Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari li Meclisê bi erebî diaxiviyan mîkrofana wan hate girtin û wiha domand: "Ji bo hemû ziman û baweriyên vê erdnîgariyê neyên tunekirin û asîmîlekirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Yên ku ziman û baweriyan tune dikin jî em hewaleyî wijdana gel dikin.”    Bakirhan, ji jin û ciwanan pirsa “Gelo hûn kar peyda dikin?” kir û girseyê bi yek dengî got: “Na.” Bakirhan, ji bo şaredarvaniya civakparêz bang li kurd, ereb û suryanên li Midyadê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Li Midyadê pirsgirêka kanalîzasyon û binesaziyê nehatiye çareserkirin. Her wiha şaredarvaniya pirzimanî nekete meriyetê. Weke DEM Partî hûn dizanin em dişibin kê? Em dişibin esnafên telkariyê yên karên zîvî dikin. Em jî mÎna wan aştî û xwişk-biratiyê dihûnin. Em Tirkiyeyeke demokratîk dihûnin. Daxwaza me ew e ku hûn xwedî li namzetên me derkevin.”    Piştî axaftinan jî buroya hilbijartinê hate vekirin. Bakirhan û şandeya pê re piştre derbasî navçeya Nisêbînê bûn.