Konferansa Elewiyan: Polîtîkayên pişaftinê bi awayên cuda di meriyetê de ne 2024-02-25 14:11:21   STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di konferansa “Di sedsala komarê de elewî” de axivî û got ku polîtîkayên pişaftinê yên li dijî elewiyan bi awayên cuda di meriyetê de ne.    Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û rêxistinên elewiyan, li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a li Şîşlî ya Stenbolê, bi sernavê “Di Sedsala Komarê de Elewî” konferans li dar xist. Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û gelek kes tev li konferansê bûn.    POLÎTÎKAYÊN PIŞAFTINÊ    Hatîmogûllari di konferansê de axivî û bi bîr xist ku di dîroka komarê de li dijî elewiyan gelek komkujî hatine kirin û civaka elewî rastî polîtîkayên pişaftin û zextan hatiye. Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha domand: “Li dijî komkujî û zextên ev sed sal in li me tên ferzkirin, em jî neferên têkoşîna li dijî feraseta nîjadperest û yekperest a li Tirkiyeyê ne. Îktîdara heyî, polîtîkayên pişaftinê yên li dijî elewiyan bi awayên cuda dimeşîne. Di demekî nêz de bi cemxane girêdayî Wezareta Çandê kir. Divê em ÇEDES’ê jî tev li vê projeyê bikin. Elewîtî baweriyeke. Nabe ku cemxaneyan girêdayî Wezareta Çand û Turîzmê were kirin. Perestgehên elewiyan e. Bi diyariya çîmentoyê, bi razandina pereyan a li hesabên dedeyan ve nîşan didin ku polîtîkayên komkujer û pişaftinê bi awayên cuda dimeşînin. Dê elewî tenezûla vê nekin û qebûl nekin.”    Hatîmogûllari, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di elewîtiyê de xizmet ji bo heq tê kirin û riza tê standin. Vê rizayê jî em ji civaka xwe ya bawermend digirin. Ev riza ji îdeolojiya fermî, wezaret û memûran nayê girtin. Em bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne. Her kesê li vê derê bi armanca ÇEDES’ê dizane. Divê em qebûl nekin ku bi projeya ÇEDES’ê re zarokên me asîmîle bikin. Divê em di vê mijarê de baş têbikoşin. Weke DEM Partî û HDK’ê em komara demokratîk diparêzin. Em dizanin ku komara heyî azadiyê ji bawerî û cudahiyan re nayîne. Peywira me ye ku em komara demokratîk bi hev re ava bikin.”    Konferans, bi nîqaşên di bin sernavên cuda de dom dike.