Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket 2024-02-28 22:46:25   AMED – Girtiyê nexweş Îsmet Çardak ku bi hinceta "ji bo ewlehiyê xetere ye" nedihat berdan, piştî îtiraza parêzeran hat berdan. Çardak bi sandaleyeya biteker ji girtîgehê derket.    Îsmet Çardak ê di Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê de ku nexweşîna "genetîk mîopatî" lê peyda bûye, piştî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) " nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne" hatr berdan.   ATK'ê di meha Çileyê de rapor dabû Çardak, lê ji ber nivîsa midûriyeta polîsan a Amedê ku gotibû "ji bo civakê xetere ye" berdana wî hatibû astengkirin. Piştî vê parêzerên Çardak îtiraz kirin. Piştî îtiraza li Dadgeriya Înfazê Çardak hat berdan.   Çardak bi sandalyeya biteker ji girtîgehê derket.