Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin 2024-03-01 08:43:23   SÊRT - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku qeyûm înkarkirina gelê kurd, çand û zimanê kurdî ye û wiha got: “Nikarin bi rê û rêbazên exlaqî bi ser bikevin. Lewma Qeyûman tayîn dikin. Lê em ê wan têk bişînin.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, li Taxa 99 Evler û Keşkolê ya Sêrtê bi gel re civiya. Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Sêrtê, komîsyona hilbijartinê û gelek kes tev li civînê bûn. Bayindir, têkildarî rewşa siyasî ya Kurdistan û Tirkiyeyê û pêvajoya hilbijartinê gel agahdar kir. Gel jî pêşniyarên xwe kirin û pirsgirêkên xwe anîn ziman.    ‘EM DOZA JIYANEKE BIRÛMET DIKIN’   Bayindir, di civînê de axivî û da zanîn ku li çar aliyên Kurdistanê ji aliyê ve desthilata heyî ve zext û zordariyek giran li ser gelê kurd, çand û zimanê kurdî heye. Bayindir, destnîşan kir ku desthilat ne vîna gelê kurd, ne jî zimanê kurd qebûl nake û wiha got: “Gava parlementerên me kurdî diaxivin mîkrofona wan digirin. Heta parlamentereke tirk got ku bila zimanê kurdî tenê di nava malan de bê axaftin, li kûçe û kolanan neyê axaftin. Neyartî û dijmintiya vê desthilatê her ku diçe berfirehtir û kûrtir dibe. Li dijî vê neyartiyê em doza welatê xwe, axa xwe, çanda xwe, zimanê xwe û jiyaneke birûmet dikin. Derdê me tenê ew e ku li ser axa xwe jiyaneke birûmet bijîn. Çavê me li mal û milkê xelkê yan jî welatê xelkî nîne. Lê ev dewlet û desthilate bi salan e li hemberî me zilm û zordariyeke mezin dike. Dixwaze xwe li ser tunebûna gelê kurd ava bike. Em jî vê neyartiyê, zilm û zordariyê qebûl nakin û xwedê jî qebûl nake.”   ‘QEYÛM ÎNKARKIRINA GELÊ KURD E’   Bi domdarî Bayindir diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê dixwest gelê kurd parçe bike û serî pê bide tewandin lê îro li Kurdistanê wan serî tewandine. Bayindir, bi lêv kir ku ev berxwedan ji bo wan rewa ye lewma ew paşve gavê naavêjin. Bayindir, anî ziman ku ew dê bi berxwedana xwe ya rewa serbikevin û wiha berdewam kir: “Ev desthilat nêzî 10 sal in qeyûman tayînî vîna gelê kurd dike. Qeyûm înkarkirina gelê kurd, zimanê kurdî, vîna gelê kurd e. Desthilat dixwaze bi polîtîkayên qeyûm xwe li Kurdistanê bi cih bike. Li gelek bajaran ku Sêrt jî yek ji wan e, nikarin bi rê û rêbazên exlaqî bi ser bikevin. Ji ber vê yekê bi hezaran leşker û polîs weke hilbijêr anîne. Ev yek neyartiya wan nîşan dide. Lê bila ev yek di me de bêhêvitiyê çêneke. Ev mesele, ji bo me meseleya xîretê ye, meseleya kurdîtî, yekitî û netewîbûnê ye. Heke em li gorî vê yekê bixebitin, ew bi veguhestina hezaran hilbijêran jî nikarin serbikevin. Sêrt ji bo me dilê Botanê ye û ji bo desthilatê jî cihekî stratejîk e. Lewma bi her awayî dixwaze bi dest bixe.”   ‘TEKOŞÎNA GELÊ KURD HER KU DIÇE BELAV DIBE’   Bayindir, anî ziman ku hêviya wan ew e ku ev serkeftina dê di 31’ê Adarê de bi dest bixin, bibe serkeftina azadiya gelê kurd jî. Bayindir, destnîşan kir ku ev meseleye ji hevserok, hevşaredariyê derbas bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Meseleya me kurdîtî, yekitî û netewîtî ye. Ji ber vê yekê heta ku ji destê me tê kolan bi kolan, tax bi tax em dixwazin van gotinên xwe bi gelê xwe re parve bikin. Meheke me ma ye û neyarên me dixwazin bi her awayî vîna me bin pê bikin. Lê em jî bihêz in û biquwet in. Bi salan e em li ber xwe didin. Rêya me rêya serkeftinê ye. Dê têkoşîna me ya ji bo azadiyê bidome û ev têkoşîn her ku diçe belavtir dibe. Êdî hemû cîhan gelê kurd nas dike. Niha li Rojhilata Navîn bêyî kurdan ti dewlet nikare polîtîkayên xwe bimeşîne. Lewma ev hilbijartin ji bo me û gelê me gelekî girîng e. Niha gelê kurd ji bo rêberê xwe birêz Abdullah Ocalan li her derê cîhanê li ser pêyan e. Divê em vê yekitiya xwe xurt bikin. Gelek pirsgirêk li pêşiya me hene û divê em nebêjin ev pirsgirêk yên partiyekê, rêveberiyekê ne. Lewma niha dem dema xebatê ye. Em ê mil bidin milê hev û em ê bi yekitiyê serbikevin.”