ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-01 09:00:12   * Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yê Elkê diyar kirin ku navçeya wan bi salan e rastî polîtîkayeke çewisandinê tê û gotin ku ew ê vê çerxê bigûherînin û ji şêniyên herêmê re gotin: "Nehêlin kesên biyanî çarenûsa bajarên we aşkere bikin. Çarenûsa vê navçeyê ancax xwediyê vê derê dikarin bigûherînin, xwediyê wê jî hûn in."    * Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Milazgirê ku AKP'ê di hilbijartinên 2019'an de bi fen û fûtan ew bi dest xistibû, diyar kirin ku ew ê ruhekî nû ava bikin û gotin: "Serketina me wê ne tenê serketina şaredariyê be."   * Xwişkên hev Dîlan û Fatma Aslan ên di berxwedana xwerêveberiyê ya Nisêbînê de hatin girtin, diyar kirin ku kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" xwedî girîngiyeke dîrokî ye û wiha bang kirin: "Em azadiya vîna xwe ya li Îmraliyê dîlgirtî pêk bînin."   * Cotkar Rengîn Onuk a ku gundê wan 30 sal beriya niha hat valakirin û 30 sal in qedexekiriye bi çandina ceh, nîsk, genim ruh dide gund. Onuk, dibêje: “Polîtîkayeke valakirina gundê me heye lê em bi çandina zeviyan ruh didin gundê xwe."   * Sevda Unal, ji ber ku li dijî zilamê ew tacîz kirî û gef lê xwaribû parastina cewherî kir, tê darizandin. Unal destnîşan kir ku tekane rêya têkoşîna li dijî pergala mêrsalar a ku parastina cewherî wek “sûc” nîşan dide, têkoşîn û rêxistinbûn e.   * Delegasyona Hiqûqnasan a Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê dê biçe serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Dayikên Şemiyê, HDK, ÎHD û TÎHV’ê. (10.00-17.30)   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. Beriya danişînê dê daxuyanî were dayîn. (10.00) ZINDÎ   * Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê dê li gelek bajaran bidomin.    * DEM Partî û rêxistinên civaka sivîl dê têkildarî polîtîkayên xwecihî li Amedê komxebatê li dar bixe. (10.00-17.00)   * Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê li gelek bajaran bidome. (11.00-17.00)   * Li gelek bajaran jin dê çalakiyên 8’ê Adarê li dar bixin. (11.00-18.00)   * ÎHD dê li gelek bajaran çalakiya Nobeta Aştiyê li dar bixe. (12.00-18.00)   * Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû dê li Heskîf a Êlihê tev li bernameya bîranînê ya ji bo jinên hatine qetilkirin bibe. (13.30) ZINDÎ   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Stenbolê bi komeleyên Sêrt û Qersê re bê gel hev. (16.00) ZINDΠ   * Navenda Çandê ya Aryenê dê di çarçoveya kampanyaya “Ji Çaran Çar Jin” de li ŞanoWanê çalakiya pêşandan û konserê li dar bixe. (18.00-20.00)