Parêzer Çîçek hate binçavkirin 2024-03-01 10:17:42 AMED - Rêveberê OHD’ê parêzer Necat Çîçek di serdegirtina malê de hate binçavkirin.    Rêveberê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Necat Çîçek li Amedê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Di serdegirtinê de polîsan li mala Çîçek lêgerîn kirin.    Şaxa OHD’a Amedê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal wiha got: “Rêveberê me yê şaxê parêzer Necat Çîçek di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de îro di danê sibehê de hate binçavkirin. Em van êrişên ku xebatên me yên pîşeyî krîmînalîze dikin qebûl nakin. Di zûtirin demê de parêzer Necat Çîçek berdin.”