Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn 2024-03-01 10:18:56   WAN - Îfadeyên rojnameger Arîf Aslan, Oktay Candemîr û Lokman Gezgîn ên li emniyetê bi dawî bûn. Di îfadeyê de rojnameger bi îdiaya “fînansmaniya rêxistinê” hatin tawanbarkirin û tê payîn ku di nava rojê de sewqî edliyeyê bên kirin.    Rojnameger Arîf Aslan, Lokman Gezgîn û Oktay Candemîr di 27’ê sibatê de li Wanê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Kar û barê îfadegirtinê yê rojnamegeran a li Şaxa TEM’ê ya Midûriyata Emniyetê ya Wanê şevê din temam bûn.    Rojnameger bi îdiaya “fînansmaniya terorê” hatin tawanbarkirin. Di heman demê de ji rojnamegeran heqê nûçeyên ku ji bo dezgehên çapemeniyê yên li Ewropayê weşanê dikin hatine şandin jî hate pirsîn.    PEREYÊN BO BIRAYÊ XWE ŞANDIN WEKE SÛC HESIBANDIN    Hema hema tevahiya kesên rojnamegeran li ser hesabên xwe yên bankê pere jê re şandin an jî ji wan re pere şandine weke “kesên ji sûcê terorê qeyda wan heye” hatin pênasekirin.    Mûçeyê ku rojnamegeran ji nûçegihanên xwe yên malpera nûçeyan a înternetê re şandin û pereyê ku rojnameger Aslan ji bo birayê xwe şandî weke sûc hatin hesibandin.    Îfadeyên rojnamegeran ên li emniyetê bi dawî bûn û tê payîn ku di nava rojê de sewqî edliyeyê bên kirin.