Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e 2024-03-01 10:22:26   ÎZMÎR - Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs anî ziman ku di navbera PDK’ê û Tirkiyeyê de li dijî destkeftiyên kurd têkiliyeke stratejik heye û got: “Heke tevgera azadiyê tasfiye bibe wê pêşeroja tu kurdekî nebe.”   Dewleta tirk di 17’ê nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe êriş dabûn destpêkirin. Dewleta tirk a êrişên xwe didomîne di nav hewldanên konsepta şer berfireh bike de ye. Wezîrên AKP’î yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tên û diçin, hatin û çûyînên xwe yên bi rojeva hevdîtinê zêde kirin. Tenê di nav çend mehên dawî de Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Mîllî (MÎT) Îbrahîm Kalin, Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serfermandarê artêşê Metîn Gurak di navbera hikumeta Bexda û Hewlêrê de gelek hevdîtin lidarxistin. Piştî van hevdîtinan di 20’ê sibatê de hêzên ku hatin îdiakirin girêdayî Mûhafizên Sînor ên Iraqê ne û pişt re derket holê ku girêdayî PDK’ê ne, li gundê Serzêrê yê girêdayî bajaroka Kanî Masî ya Duhokê hatin bicihkirin. Hêzên ku PDK’ê li herêmê bicihkirin jî weke amadekariyên êrişeke nû hate şirovekirin.    TRAFÎKA DÎPLOMASIYÊ YA BI ROJEVA ŞER   Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) Ahmet Karamûs trafîka dîplomasiyê ya bi rojeva şer a di navbera Enqereyê û Hewlêr û Bexdayê de û bandora wê ya li herêmê nirxand. Karamûs, anî ziman ku armanca bingehîn a dewleta tirk tasfiyeya PKK’ê ye û anî ziman ku ev plan jî bi PDK’ê re tê birêvebirin. Karamûs, bi lêv kir ku di navbera dewleta tirk û PDK’ê de li dijî destkeftiyên kurdan têkiliyeke stratejik heye û got: “Armanc dikin ku PKK’ê li herêmên di bin kontrola PDK’ê de tasfiye bikin û bi temamî bixin bin kontrola Tirkiyeyê. Bi hesaba ku dikin dixwazin di navbera Qendîl, Şengal û Rojava ku PKK lê ye korîdorekê ava bikin. Tirkiyeyê bi hevdîtinên bi Iraq û PDK’ê re hedef kir ku peymanek were çêkirin. Hikumeta Tirkiyeyê çim abi Iraq û Hewlêrê re hevdîtin kirin? Ji ber ku di civîna Astanayê de Tirkiye, Îran, Rûsya û rejîma Esad li hev kiribûn. Di vê peymana li vir de tê dîtin ku bi tu awayî hebûn û statuya kurdan li tu deran naxwazin. Bi peymaneke bi vî awayî di navbera hikumetan de hevdîtin çêbûn. Hemû hewldanên wan Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê li Şengal û Rojava tasfiye bikin e.”    ‘PDK TEV LI ŞERÊ TIRKIYEYÊ DIBE’    Karamûs, qala bicihkirina hêzên Zerevanî, Gulan ên girêdayî PDK’ê û hêzên cuda yên li ser xeta sînor kir û wiha berdewam kir: “Tirkiye di êrişên dike de tişta dixwest bi dest nexist. Ji ber vê yekê dixwaze hikumeta Iraqê jî tev li vê pêvajoyê bike. PDK heta niha ji ber bertekên di raya giştî de bi awayekî fiîlî piştgirî nedida. Lê êdî PDK bi navê hêzên Iraqê tev li şerê ku Tirkiye dixwaze dibe.”   ARMANC: ŞERÊ DI NAVBERA KURDAN DE YE   Karamûs, bal kişand ku unîformayên leşkerî yên Iraqê li hêzên PDK’ê dikin û dişînin sînorê ku şer û pevçûn lê diqewime û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li cihên ku Tirkiye li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd nikare xwe bigire û refleksê nîşan bide pêşmerge bi cih kirine. Ji ber ku li herêmê Tirkiye hatiye rewşeke ku nikare tevbigere. Hesasiyeteke Tevgera Azadiyê ya Kurd heye. Ev jî ew e ku pêşmerge û hêzên kurdan ên li başûrê Kurdistanê nekevin nava şer û pevçûnekê. Ji ber vê yekê pêşmergeyên PDK’ê di bin navê Hêzên Parastina Sînor ên Iraqê bi cil û bergên hêzên Iraqê û di bin ala wê de li sînor hatin bicihkirin. Armanca bingehîn a li vir ew e ku di navbera hêzên kurd de şerekê derxînin.”   JI PDK’Ê RE HIŞYARÎ: EM Ê BI HEV RE JI HOLÊ RABIN    Karamûs, ê li dijî planên qirêj ên bi navê hikumeta Iraqê hatine kirin hişyar kir, wiha domand: “Bi kîjan nav, al an jî cilan bibe bila bibe, ev hêz dikin ku Tirkiye başûrê Kurdistanê dagir bike. Ev rewş dike ku destkeftiyên ku kurdan bi salan e bitêkoşînê bidestxistine ji holê rake. Weke KNK’ê li dijî vê sekna me zelal e. Em bi salan e ji bo ku di navbera kurdan de şerek dernekeve têdikoşin. Tişta ku Tirkiye li Efrînê kir dixwaze li Bakur û Başûr jî bike. Bila PDK vê baş bizane; heke Tevgera Azadiyê ya Kurd li Rojava û Başûr tasfiye bibe, pêşeroja tu kurdan nabe. Divê PDK vê bibîne. Divê em êdî werin bahev.”   Karamûs, anî ziman ku gel, partiyên siyasî, akademîsyen, hunermend û rûspiyên Kurdistana Federe li dijî polîtîkayên tên meşandinin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî êrişan divê Kongreya Netewî ya Kurd were avakirin. Divê hebûna me nasnameya me were qebûlkirin. Ji bo ku yekitiya kurdan pêk were em ê xebatên xwe bidomînin.”   MA / Delal Akyuz