Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin 2024-03-01 10:27:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Weke ku bikaranîna çavkaniyên cemaweriyê ya ji bo xebatên hilbijartinê yên AKP’ê bes nekin, îcar jî walî, qeymeqam, midûrên emnniyetê û rayedarên leşkerî ji bo namzetên AKP’î xebatên hilbijartinê dimeşînin.    Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî ji mehekî kêmtir dem ma. AKP li rexekî çavkaniyên cemaweriyê ji bo xebatên hilbijartinê bi kar tîne, dibistan, nexweşxane û saziyên cemaweriyê weke buroya hilbijartinê bi kar tîne û walî, qeymeqam, midûrên emniyetê û hwd. jî ji bo namzetên xwe tev li xebatên hilbijartinê dike.    WALÎ, QEYMEQAM, MIDÛRÊ EMNIYETÊ Û FEMANDARÊ CENDIRMEYAN    Li Şirnexê walî Cevdet Atay, Fermandarê Cendirmeyan a Bajar Mûrat Bulut, Qeymeqamê Hezexê Anil Adiguzel û Midûrê Emniyetê yê Bajar Cemal Dalman du rojan li gel namzeta hevşaredariyê ya AKP’ê ya Hezexê Îkbalhan Haznedar xebatên hilbijartinê kirin.    Xebatkarên cemaweriyê li gel Haznedar a AKP’î, çûn serdana esnafên navçeyê û deng xwestin. Her wiha walî û fermandarê cendirmeyan ê bajar li gel Haznedar tev li hevdîtina ciwanan a navçeyê bûn û piştre jî gund bi gund, bajarok bi bajarok geriyan.    BI QEYÛMÊ DABÛ ÎCRAYÊ RE ÇÛ SERDANA ESNAFAN    Qeymeqama Cizîrê û qeyûm Nazli Demîr jî tevî namzetê şaredariyê yê AKP’ê yê navçeyê Omer Yildiz çûn serdana esnafan. Wêneyên wan ên serdana esnafan li ser hesabên şaredariyê yên fermî yên medyaya dijîtal hatin parvekirin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku namzetê AKP’ê Yildiz di demên berê de ji ber ku şaredariyê 6 hezar TL deynê wî nedabû, Şaredariya Cizîrê dabû îcrayê. Di heman demê de bi wesayîtên plakayên wan sexte ku di xebatên hilbijartinê de bi kar anî û muzîka bêyî destûrê bigire bi kar anîbû bûbû rojev.    MIDÛRÊ WEQFA PIŞTEVANIYA CIVAKÎ JÎ TEV LI XEBATÊN HILBIJARTINÊ BÛ    Li Amedê jî Midûrê Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî Firat Çelebî li gel namzetê AKP’ê yê Şaredariya Erxeniyê Kemal Atabey gund bi gund geriya û deng xwest. Li gorî agahiyan; Çelebî û Atabey bi taybet jî diçin serdana malbatên rewşa wan a aborî nebaş û jê re dibêjin ku heke dengê xwe bidin wan dê alîkariya aborî û civakî bikin.