Qeyûm beriya hilbjijartinê park da kirê 2024-03-01 10:54:27 ŞIRNEX - Qeyûmê Cizîrê piştî firotina neguhezbarên şaredariyê, niha jî 2 neguhezbarên di nava parkê de dan kirê.    Pêşiya hilbijartina rêveberîyên xwecihî yên 31’ê adarê li navçeya Cizîra Şirnexê neguhezbarên şaredariyê yan tên firotin yan jî dewrî saziyên cuda tên kirin. Qeyûmê Şaredariya Cizîrê neguhezbareke şaredariyê derxist firotinê, 2 neguhezbar jî ji bo salekê dan kirê.   PARK DA KIRÊ   Rêveberiya qeyûm zeviyeke taxa Sûrê ya ji 512,85 metrekareyan pêk tê, ji 2 milyon 51 hezar û 400 lîreyan derxist firotinê. Rêveberiya qeyûm 2 neguhezbarên di nava Parka Ataturkê de jî ji bo salekê dan kirê. Park hema bêje li cihê herî berbiçav ê di nava bajêr de ye. Di heman parqê de zeviya hejmar 2 ya 375 metrekare ya li ser ser girava 771’an jî ji 581 hezar û 250 lîreyan da kirê. Heman qadeke di nava parqê ya ji 375 metrekareyan pêk tê jî ji bo salekê ji 482 hezar û 812 lîreyan dan kirê. Balkêş e ku tevî neguhezbarên ku dane kirê li rex hev in, di navbare bihayê kirêya wan de 100 hezar ferq heye.    NEGUHEZBARÊN HATINE FIROTIN   Partiye Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adara 2019’an hatibûn lidarxistin de şaredariya navçeyê bi dest xistibû. Lê belê di 29’ê cotmeha heman salê de qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin. Qeyûm di nava demên derbasbûyî de şaredariyê di nava qeran de hişt. Neguhezbarên wekî avahiyê xizmetê yê şaredariyê û termînala navçeyê, gelek neguhezbar hatin firotin.    Rêveberiya Qeyûm di meha sibatê de li taxa Banê Xanê, zeviya hejmar 13 ya li ser girava 1205’an a ji 828 metrekareyan pêk tê ji 2 mîlyon û 500 hezar lîreyan firot. Di nava heman mehê de zeviya hejmar 15 ya li ser girava 1166’an a ji 985 metrekareyan pêk tê jî ji 2 mîlyon û 200 hezar lîreyan hate firotin.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Nevroz Ûysal jî demek berê mijarê anîbû rojeva Meclisê û rewşa zeviyên ji hêla qeyûm ve tên firotin û dewrî saziyên din hatine kirin, ji Wezareta Karên Hundirîn pirsîbû. Di bersiva hatibû dayîn de wiha hatibû gotin, "Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê adara 2019’an heya 20’ê cotmeha 2023’yan, 40 neguhezbar hatine firotin."    Beriya hilbijartinên herêmî, hejmara firotina neguhezbaran zêdetir bû.