AYM’ê ji bo nedayîna pirtûkên neqedexe got ‘binpêkirina maf e’ 2024-03-01 11:28:25   NAVENDA NÛÇEYAN - AYM’ê biryar da ku nedayîn û nefirotina pirtûkên ji bo wan biryara qedexeya firotinê û komkirinê nehatiye dayîn a girtiyan “binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê” ye. Dadgehê got ku divê mekanîzmayeke pêşî li ber van kiryarên keyfî digire were avakirin.    Li gelek girtîgehan tevî ku biryara qedexeya firotinê, komkirin û desteserkirinê ya gelek pirtûkan nîne jî, pirtûkên bi rêya postayê ji girtî û hikûmxwaran re tên şandin bi biryarên lijneyên perwerdeyê yên girtîgehan tên desteserkirin. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ev yek weke “binpêkirina maf” qebûl kir.    Lijneya Giştî ya AYM’ê piştî serlêdanên di vê mijarê de, di biryara xwe ya “Serdar Guzelçay û yên din” a di 21’ê kanûna 2023’yan de destnîşan kir ku bi vê sepanê re xala 26’emîn a Destûra Bingehîn anku “mafê azadiya xweîfadekirinê” hatiye binpêkirin.    AYM’ê biryara xwe îro li ser hesaba xwe ya X’ê parve kir û destnîşan kir ku piştî biryarên dadgehan ên têkildarî nedayîna pirtûkan, serlêdêran bi sedema binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê serî li wan da ne.    ‘MEKANÎZMAYEKE KEYFÎTIYÊ ASTENG BIKE TUNE YE!’    Di nirxandina xwe de AYM’ê got ku dema li biryarên îdareyên girtîgehan û dadgehan dinêrin, tê dîtin ku hincetên biryarên wan têr nakin. AYM’ê diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina van biryarên keyfî yên li girtîgehan tu mekanîzma nînin û da zanîn ku hewcehî bi avakirina mekanîzmayekê heye. Her wiha AYM’ê da zanîn ku ji qebûlkirina pirtûkên biyanî ya li girtîgeha Wezareta Dadê peywirdar e. AYM’ê diyar kir ku divê ji bo dayîna weşanên domdar pergaleke çalak were avakirin û ev pergal li gorî krîterên AYM’ê be. AYM’ê ji ber van sedeman got ku bi nedayîna pirtûkên ji bo wan biryara qedexeya firotinê, komkirin û desteserkirinê tune ye re “mafê azadiya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin.”