Pêşnûmeya DEM Partiyê ya ji bo ewlehiya hilbijartinê bi dengên AKP û MHP’ê hate redkirin 2024-03-01 12:04:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşnûmeya DEM Partiyê ya ji bo lêkolînkirina bêusiliyên di ewlehiya hilbijartinê de pêşkeşî Meclisê kiribû, bi dengên AKP û MHP’iyan hate redkirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo lêkolînkirina bêusiliyên ewlehiya hilbijartinê dixin talûkeyê werin lêkolînkirin, pêşniyara lêkolînê pêşkeşî Meclisê kir.    Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal der barê sedemên pêşnûmeyê de axivî û da zanîn ku tevî ku hilbijartin tê jî tu nîşaneyên hilbijartinê nîn in û got: “Tu nîşaneyên ji bo ewlehiya hilbijartinê nînin. Di referanduma 2017’an de gelek dengên bêmohr hatin hilbijartin, ji veguhestina sindoqan bigire heya hilbijêrên sexte, gelek bêûsûlî çêbûn. Li Bedlîsê çima ji hezaran zêdetir hilbijêrên sexte hene? Çima li Şirnexê hilbijêrên sexte hene? Çima walî mal bi mal digere û dengan dixwaze? Çima hevdîtin û mitîngên me tên dorpêçkirin?”    ‘GUMAN ZÊDE BÛN’   Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Saadetê Mûstafa Kaya jî têkildarî pêşnûmeyê axivî û destnîşan kir ku piştî Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê hate qebûlkirin, gumanên ser ewlehiya hilbijartinê zêdetir bûne û xwest desthilat di hêla ewlehiya hilbijartinê de berpirsyariya xwe baş pêk bîne.     POLÎS Û LEŞKER KIRIN HILBIJÊR    Parlamenterê Qersê yê CHP’ê Înan Akgun jî têkildarî pêşnûmeyê li ser navê koma CHP’ê axivî û anî ziman ku li gelek cihên ku bi ferqeke biçûk encam diguherîn, desthilat polîs û leşkeran weke hilbijêr nîşan dide û got: "Ez bang li Hûlûsî Akar dikim ku bila dest ji vî karî berde.”