Bakirhan: Dêrsimiyan ji 38’an heta niha li ber nedanî 2024-03-04 15:16:05   DÊRSIM - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di hevdîtina bi gel re ya li Dêrsimê de axivî û wiha got: “Dixwazim Dêrsimê ji kurdan vala bikin lê xelkê Dêrsimê ji 38’an heta niha tu caran li ber ne danî.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Dêrsimê tev li hevdîtina bi gel re bû. Gelek kes tev li hevdîtina gel a li Qada Seyîd Riza bû. Namzetên hevşaredariyê yên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak û gelek pêkhateyên “Tifaqa Dêrsimê” tev li hevdîtinê bûn.    Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê di hevdîtinê de dovîzên “Lê mirina esasî jiyana bêyî wî ye” û “Di şer de serkeftin, di jiyanê de azadî” hilgirtin û gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Namzetên hevşaredariyê yên Dêrsimê peyama “Dêrsim DEM e” dan.    ŞOREŞGER BI BÎR ANÎ   Bakirhan, got; “Ez serbilind im ku bi neviyên Seyîd Riza, bi rêhevalên doktor Şivan û li warê Elî Şêran, Mahîran, Îboyan, Denîzan, Zarîfeyan û Sakîneyê me.” Bakirhan, da zanîn ku dewlet hewl dide Dêrsimê bi “operasyonên Tunceliyê” bênasname bihêle û wiha domand: “Dema em hatin me navê wê kir Şaredariya Dêrsimê. Lê qeyûm ew tabela rakir. Em soz didin ku dema em hatin ew tabela dê dîsa were daliqandin.”   'DÊRSIMÊ LI BER NEDANÎ’   Bakirhan, gotina Erdogan a “Me cihêkarî li tu kesî nekir” bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev 21 sal in cihêkariyê li elewî û kurdan dikin. Erdogan ji bo elewiyan dibêje ‘cure.’ Hêj nizane bê ka elewîtî çi ye. Bi birçîtî û girtîgehan cihêkariyê li kurdan dike. Dibêje; ‘jin jî be, zarok be jî em ê li hêsirên çavên wan nenêrin û tişta pêwîst bikin.’ Ev dijminên xwezaya me, dijminên kurdan û jiyana me ne. Dê li her çar aliyên Kurdistanê gelên me bersiva herî pêwîst bide wan. Xaka Dêrsimê bi HES’an tije kirin. Ew jî bes nekir ku îcar rûxseta 150 madenan dan sermayedaran. Ji bo betalkirina van rûxsetan em ê tişta ji dest tê bikin. Dixwazin xwezaya me talan bikin û ji destê me derxînin. Êrişî bawerî û nasnameya me dikin. Îcar bêyî şerm bike dibêje ‘me cihêkarî li tu kesî nekiriye.’ Di 38’ê de qetil kirin, di 94’an de gundên me şewitandin, em sirgun kirin û hewl dan me ji vir koç bikin. Niha jî hewl didin Dêrsimê bêmirov bihêlin û ji kurdan vala bikin. Lê xelkê Dêrsimê ji 38’an heta niha li ber wan nedanî. Dê careke din bersiva pêwîst bidin wan.”    GULISTAN DOKU BI BÎR XIST   Bakirhan, bertek nîşanî nedîtina Gulistan Doku da û wiha pê de çû: “Dema em rojekê bûn rêveberî dê yek bi yek hesabê tevahiya kesên wan qetil kirin, wan tune kirin û dayîn windakirin bipirsin. Her çar aliyên Dêrsimê bi kamerayan tije kirin lê Gulistan Doku hêj nehatiye dîtin. Em bi aqûbeta wê nizanin. Bi destê darazê dibêjin ‘kuştina kurdan, windakirina wan, zilma li dijî wan, şewitandina gundên wan û cînayetên kiryarnediyar bêceza ye.’ Gelo ma dê gelên bindest û gelê kurd vê nebîne?”    TIFAQA DÊRSIMÊ   Bakirhan, anî ziman ku di rêveberiyên herêmî yên demokratîk de xwedî tecrubeyeke 25 salan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê tecrûbeya xwe ya rêveberiyên herêmî bi Tifaqa Dêrsimê re li vir dîsa bixin meriyetê. Hilweşîna îktîdara AKP-MHP’ê nêz e. Yên ku dê wê îktîdarê hilweşînin jî DEM Partî, Tifaqa Dêrsimê û kedkar in. Hinek tişt bi fedekariyê dibin. Ez spasiya her kesên keda wan di Tifaqa Dêrsimê de heye dikim. Ev ne tenê tifaqeke hilbjartinê ye. Her wiha tifaqeke li dijî talanê ye. Tifaqa nasnameya şoreşgerî ye. Di wê baweriyê de me ku ev Tifaqa Dêrsimê dê ji bo Tirkiyeyê bibe modêleke baş.”