Li rojnamegerê bêusuliya di hilbjartinê de kirî nûçe doz hate vekirin 2024-03-04 15:24:06   AGIRÎ - Li Giyadînê cerdevanekî xwestibû bi çekê dengê xwe bide û rojnameger Abdullah Kaya jî nûçeya wê çêkiribû. Li Kaya doz hate vekirin.    Di hilbijartinên 14'ê gulana 2023'yan de li navçeya Giyadîn a Agiriyê cerdevanekî xwest bi çekê dengê xwe bide û rojnameger Abdullah Kaya nûçeya vê bûyerê çêkiribû. Ji ber çêkirina nûçeyê, derheqê Kaya de bi hinceta "Agahiyên şexsî bi şêwazên derveyî hiqûqî bi dest xistin û belavkirinê” doz hate vekirin. Dadgeha Cezayê ya Giştî ya Giyadînê jî îdianame qebûl kir.      Di îdianameyê de hat îdiakirin ku Kaya bêyî destûra cerdevan C.Y. wêneyên wî kişandine û ji ajans û kesan re şandiye. Di îdianameyê de hat îdiakirin ku Kaya rojnameger nîne û ev tişt hatin gotin: “Ji ber telefona kesê sucdar de kişandina wêneyên cerdevan hatine tespîtkirin û ji 3 kesan re şandiye û gotinên Kaya ne rast in, ji bo xwe ji sûcên tên payîn xelas bike diaxive, ne hewce ye ku ji gotinên Kaya were bawerkirin û ji ber sûcdar sûcê tên gotin kiriye were cezakirin…”   Danişîna doza Kaya dê di 18’ê îlonê de bê lidarxistin.