Girtî Darî: Em hatin derbkirin 2024-03-04 17:00:22 AMED - Firat Darî ê di Girtîgeha Tîpa S a Kavakê de tê ragirtin, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û anî ziman ku ew hatine derbkirin.    Firat Darî ê li Girtîgeha Tîpa S a Ewlehiya Bilind a Kavak a Samsûnê tê ragirtin, îro bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Darî di axaftina xwe de diyar kir ku ew ji hêla gardiyanan ve hatine derbkirin. Darî da zanîn ku girtiyên siyasî yên di qawîşa li rex wan de tên ragirtin jî hatine derbkirin.    Malbata Darî têkildarî mijarê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da.