Namzetên hevşaredariyê soza ‘çareseriyê’ dan gel 2024-03-04 18:18:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê ku li gelek bajaran tax bi tax navçe bi navçe xebatên xwe didomînin, ji bo pirsgirêkên ku qeyd kirin soza “çareseriyê” dan.    Bi nêzbûna hilbijartina rêveberiyên herêmî yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî lez da xebatên xwe. Di vê çarçoveyê de li gelek bajaran xebatên hilbijartinê domand. Îro li gelek bajaran çalakî û aktivîteyên cur bi cur hatin lidarxistin.     SEMSÛR    Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ên Semsûr û navçeyên wê xebatên hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê bê navber didomînin. Rêxistina DEM Partiyê ya Kolikê tevî namzetê hevşeredariyê Osman Ozbek li taxa Kolika Kevin çûn serdana esnafan. Ozbek û endamên partiyê pirsgirêkên esnafan guhdarî kirin û gotin ku dê hemû pirsgirêkên Kolikê çareser bikin.    MELETΠ   Rêxistina DEM Partiyê ya Meletiyê jî bi tevlibûna Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya û namzetên hevşeredariyê yên Bajarê Mezin a Meletiyê Abdulvahap Ekîm û Sevîm Şîmşek Bayram li navçeya Çirmikê serdana esnafan kirin. Şandeya Dem Partiyê ji hêla esnafan ve jî bi coş hate pêşwazîkirin. Di serdanê de şandeyê li esnafan guhdarî kir û got ku dema şaredarî bi dest xistin dê hemû pirsgirêkên navçeyê bi gel re çareser bikin.   BEDLÎS   DEM Partiyê li  li taxa Yenîkent a navçeya Xîzan a Bedlîsê buroya hilbijartinê vekir. Tevî hejmareke zêde welatiyan namzetên hevşaredariyê yên Bêdlisê Nezîr Karabaş û Sumeyye Kizilkaya jî tevli vekirina bi coş bûn. Welatî beriya vekirinê demekî dirêj goveng deriyan. Namzetê Hevşaredariyê yê Xîzanê Kerem Ûgûr wiha got: “Em ê bi piştgiriya we vê şaredariyê bigirin. Em ê bi hev re xizmetê ji gelê Xîzanê re bikin.”   KOCAELÎ   Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin ê Kocaeliyê Selda Îlgoz Koçyîgît û Hasan Ozguneş tev li bernameya danasîna namzetan bûn. Namzetê hevşaredariyê Hasan Ozguneş wiha got: “Tenduristiya civakê di bin gefê de ye, li Dîlovasiyê pirsgirêka penceşêrê li welat di asta herî jor de ye. Li jêra kargehan qadeke jîngehê ava kirine. Divê ji vê yekê re çareyek were dîtin. Ji mirovên pîr re derfetên guncav nayên pêşkeşkirin, têre nake. Nexweşxane, ocaxên tenduristiyê, kabînên tenduristiyê kêm in. Dema em hatin ser rêveberiyê em ê van hemûyan hewl bidin bi gelê xwe re çareser bikin. Em dikarin kooperatîfên hilberîn û cihên lê mayînê ava bikin. Em ê ji sendîkayan, kedkaran, karkeran hêzê bigirin. Reçeteya xelasiyê li gel me ye.”   DÎLOVASI    Namzetên Hevşaredariyê yên Dîlovasiya Kocaeliyê Şevîn Coşkûn û Mûstafa Avci jî li taxên Mîmar Sînan û Orhan Gazî tev li vekirina buroyan bûn. Gelek kes tev li vekirina buroyan bûn.    TEKÎRDAG   Li Tekirdagê bi tevlîbûna namzetên hevşaredariyê Muselma Keskinturk û Sadî Ozdemîr buro hat vekirin. Di vekirinê de parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat axivî û wiha got: “Em dixwazin ji Kurdistanê heta herêma Trakyayê li her derê weke xwişk û birayan bijîn. Li her dera vî welatî tecrîd heye. Li girtîgehan bi sedan hevalên me hene ku niha di greva birçîbûnê de ne. Em îradeyeke siyasî ne ku bi Doza Komploya Kobanê re rû bi rû ne. Lê çi dikin bila bikin, em li vir in. Em xwediyên vê erdnîgariyê ne.” Vekirina buroyê bi gerandina govendê ya li ber stranan bi dawî bû.    YALOVA   Namzetên Hevşaredariyê yên Yalovayê Songul Hacioglû û Cengîz Topbaş jî li herêmên xwe yên hilbijartinê tev li vekirina buroyê bûn.   RIHA   Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin ê Rihayê Celaleddîn Erkmen û Gulşen Ozer li navçeya Halîliyeyê serdana bazara şîrevan û fistiqvanan kirin. Namzetên hevşaredariyê yên Eyubiyeyê Halîl Akbaş û Adalet Erîş û namzetê Karakopruyê Ridvan Yavûz jî tev li serdana li vir bû. Namzetên hevşaredariyê tev li civîna ku esnafên bazarê li Buroya Tescîlê ya Bazara Şîreyê lidarxistin bûn. Pişt re yek bi yek serdana esnafên bazarê kirin û pirsgirêkên ku dijîn guhdar kirin.    Dikandar tevî li Rihayê piraniya fisteqan tê hilberandin jî ji diyarkirina piyaseya wê ya li Dîlokê bi gazin in. Her wiha gazinkirin ku piştgiriya ji findiq re tê dayîn ji fistiqê re nayê dayîn. Namzetên hevşaredariyê ku pirsgirêkên dikandaran guhdarkirin, pişt re dikandarên li Sîteya Senayiyê ya Evren geriyan.    Namzetên Hevşaredariyê yên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslum Baran jî li gundên Bostancî, Bostanciya Jêr û Bostanciya Jor bi welatiyan re hatin gelhev. Eleqeyeke zêde nîşanî namzetên hevşaredariyê hate dayîn.     Li navçeya Serêkaniyê jî hilbijartin bi du baskan berdewam kir. Parlamenterên bajêr Dîlan Kûnt Ayan jî di xebatan de cih girt. Namzetê hevşaredariyê Ûgûr Kahraman, li gel endamên partiyê serdana dikandarên li ser Cadeya Vîranşehîr kirin. Endamên partiyê her cihê ku çûnê bi îşaretên serkeftinê û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Xebatên hilbijartinê li Taxa 15’ê Tîrmehê berdewam kirin.     Namzeta din a hevşaredariyê Rahşan Yazar jî serdana gundan kir. Yazar ji bo çalakiya bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê banga tevlibûnê kir. Yazar a jinan li gundên Xanê û Ebêsê eleqeyeke zêde nîşan dan, banga tevlibûnê ya aktîvîteya 8’ê Adarê nûkir.     Namzetên Hevşaredariyê yên Wêranşarê Serhat Dîcle û Bedriye Yorgûnê jî serdana dikandarên li ser Cadeya Karacadag û Cadeya Rihayê ya kevin kirin. Welatiyan anîn ziman ku AKP’ê di nava 5 salan de “kevirek ne danî ser kevirekî”. Namzetan destnîşan kirin ku piştî DEM Partiyê hilbijartin qezenckirin dê bajêr jinûve ava bikin.    Namzetên Hewagê Aygul Kapıkayali û Îsmaîl Yildiz li gundên Gêrdek û Egîrcê xebatên xwe domandin.     Namzetên hevşaredariyê yên Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas û Mehmet Begît li Taxa Mezrayê tev li civînên gel bûn. Namzetên hevşaredariyê pişt re serdana dikandarên  Taxa Meydanê kirin.    Namzetên hevşaredariyê yên Sêweregê Alî Dûsak û Yildiz Çetîner jî serdana dikandarên Senayiya Kevin û Bazara Duşemê kirin. Namzetên ku yek bi yek serdana dikandaran kirin û piştgiriya wan xwest, li navenda navçeyê bi serdanên dikandaran û malan xebatan xwe domandin.     AMED    DEM Partî li hemû navçeyên Amedê bênavber xebatên xwe didomîne. DEM Partiyê li navçeya Erxeniyê buroya hilbijartinê vekir. Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn û namzetên hevşaredariyê yên navçeyê Bîrsen Azak Bayar û Şiyar Guldîken tev li vekirina vê derê bûn. Namzet di ketina navçeyê de bi awayekî bicoş hatin pêşwazîkirin. Pişt re li bajêr bi wesayîtan tûr hatin avêtin. Eleqeya ciwanan balkêş bû.    Hatûn tayînkirinên qeyûman rexne kir û anî ziman ku kurd xwedî li axa xwe û vîna xwe derdikevin. Piştî vekirina buroyan beşdarvanan govend gerandin.