Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin 2024-03-21 13:05:26   AMED - Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak ên bi coşeke mezin derketin ser dika Newroza Amedê, destnîşan kirin ku dê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin Enqereyê.    Li Amedê di Newroza ku bi sed hezaran tê pîrozkirin de coş her ku diçe mezin dibe. Piştî axaftina aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aynûr Sarica, hunermend Xezel Mistefa derket ser dikê. Mistefa ya Newroza kesên qad dagirtin pîroz kir, stranên ji hevdu xweştir gotin. Girseya li qadê demekî dirêj li ber stranên Xezelê govend gerand.     Di vê navberê de endamên DEM-GENÇ’ê yên Amedê bi pankarta “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî serbikevin” ketin qadê. Ji bo meşa ciwanan li qadê demekî dirêj çepik hatin lêxistin. Girseyê demekî dirêj bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.   BÛCAK: BILA BIBE WESÎLEYA YEKITÎYÊ    Pişt re Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak ligel çepikan vexwendin ser dikê.    Serra Bûcak a li vir axivî wiha got: “Merhaba Amed, hûn strana welatê min in. Merheba Dayikên Aştiyê hûn bi xêr hatin. Merheba jin û ciwanên têkoşer. Ez Newroza we hemûyan pîroz dikim. Newroza te jî pîroz be, Kemal Kûrkût.”   Bûcak, a Newroza jinên girtî jî pîroz kir, anî ziman ku li Ameda ku 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin dê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin Enqereyê. Bûcak, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila ev Newroz bibe wesîleya yekitiya netewî ya kurdan û aştiyeke mayînde.”   HATÛN: EM AZADIYÊ DIXWAZIN    Namzetê din Dogan Hatûn jî wiha axivî: “Merheba gelî Amediyan. Silavê bidin Serhed, Botan, Garzan û Stenbolê. Îro gelê kurd li her bajarî rabûne ser piyan û ji bo cîhanê aştiyeke mayînde çêbibe bang dikin. Bila hemû cîhan bibîhize em azadiyê dixwazin. Bila herkes vê bizane.”   Hatîn, diyar kir ku 8 sal in vîna gel tê xespkirin û wiha berdewam kir: “Em ê di 31’ê Adarê de ewilî xwedî li sindoqan derkevin. Em bersiveke wiha bidin dagirkeran ku êdî nikaribin careke din vîna me xesp bikin. Em ji gelê xwe bi bawer in.”