Qada Newrozê tejî bû 2024-03-21 13:24:59   AMED - Herikîna qada Newrozê ya bi devî re tejî bûye, didome. Di pîrozbahiyên ku bi gotina stranan berdewam dikin de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” tên berzkirin.    Di Newroza bi heybet a Amedê de piştî axaftina Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, hunermend Faraj Alipour derket ser dikê. Performansa Alipour û ekîba wî gelekî hate ecibandin. Girseya ku qad tejî kir, li ber stranan demekî dirêj govend gerand.    Herikîna qada Newrozê ya bi devî re tejî bûye, didome. Bi hezaran kesên li noxteyên kontrolan kom bûne hewl didin bikevin qadê. Di pîrozbahiya ku coşa wê her ku diçe zêde dibe de dirûşma “Bijî Serok Apo” bilind dibe.