Protokolê govenda Newrozê gerand 2024-03-21 13:47:37   AMED - Mêvanên ji bo Newroza Amedê hatibûn vexwendin di dema pîrozbahiya bicoş de nekarîn li cihê xwe bisekinin û li ber stranan ketin milê hev û govend gerandin.    Pîrozbahiya Newroza Amedê ku zêdetirî milyonek kes tev li bûye bi coşeke mezin didome. Hejmareke zêde ya mêvanan jî di Newrozê de cihê xwe girtin. Protokol li rex dikê hatiye danîn. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Dmeokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê Sezaî Temellî, Gulistan Kiliç Koçyîgît, endama MYK’a DEM Partiyê Ebrû Gunay, nûnerên TJA’yê, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û siyasetmedara kurd Leyla Zana di protokolê de cihê xwe girtin.    Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, malbatên Mehmet Hayrî Durmuş, Mazlum Dogan, Sêvê Demîr û Denîz Poyraz, Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kesên din di protokolê de cihê xwe girtin.    Siyasetmedar Leyla Zana ku ev demekî dirêj bû dernediket qadan, bi kiras û fîstanên xwe tev li Newroza Amedê bû.    Di sala 2015’an de sonda parlamenteriyê ya Leyla Zana nehatibû qebûlkirin lewma navber dabû siyasetê. Zan û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi hev re hatin qada Newrozê.    Leyla Zana kiras û fîstan û Tuncer Bakirhan jî şel û şepik li xwe kiribûn.    Zana û Bakirhan di protokolê de li rex birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan rûniştin.    Siyasetmedarên ku li protokolê cihê xwe girtin, di dema pîrozbahiyê de li ber stranan ketin bin milên hev û govenda Newrozê gerandin.