Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin 2024-03-21 14:22:54   AMED - Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz a tev li Newrozê bû, wiha got: “Ev Newroz ji bo Denîz Poyraz jî bihareke. Em êdî azadiya serokatiya xwe dixwazin.”   Newroza Amedê ku bi dirûşma “Rabe dem dema serkeftin û azadiyê ye” tê pîrozkirin, bi tevlibûna zêdetirî milyonekê kesan bi awayekî bicoş didome. Yek ji beşdarvanên Newrozê dayika Denîz Poyraz a di 17’ê Hezîrana 2021’an de di êrişa li dijî Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hate qetilkirin, Fehîme Poyraz, xwest ku Newroz bibe wesîleya azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.    Poyraz, diyar kir ku ji bo Newrozê bedelên mezin hatin dayîn û wiha got: “Newroz ji bo Denîz Poyrazê jî bihar e. Bihara berxwedanê ye. Hemû bi xwîna şehîdan çêbû. Ez berxwedana girtîgehan silav dikim.” Poyraz a got ku ji bo Newrozê bedelên mezin hatin dayîn wiha domand: “Heke Serokê me azad bibe em jî dê azad bibin, em azadiya Serokê xwe dixwazin.”   Nafiye Yîgît a li Amedê tev li Nobeta Edaletê dibe jî Newroz pîroz kir. Yîgît xwest ku Newroz bibe wesîleya aştiyê wiha got: “Bila êdî ev xwîn bisekine.” Yîgît, bi lêv kir ku her sal bi heviya ku wê Newrozê di rojeke xweş de pîroz dikin tên û her carê bi zexta polîsan re rû bi rû dimînin û ev tişt got: “Em wan şermezar dikin. Em vî şerê qirêj naxwazin. Her kes dixwaze di rojên azad de li welatekî azad bijî. Em jî dixwazin. Êdî bes e em vî şerî û rijandina xwînê naxwazin.”