Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn 2024-03-21 14:44:43   AMED - Siyasetmedara kurd Leyla Zana di Newroza Amedê ya dîrokî de Newroza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Em fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn.”    Pîrozbahiya Newroza Amedê ku bi dirûşma "Rabe, dema azadî û serkeftinê ye" tê lidarxistin, didome. Di dema xwendina nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê yên di demên berê de coşa Newrozê derket lûtkeyê. Piştre jî siyasetmedara kurd Leyla Zana derket ser dikê.   Zana bi strana “Dîren Ha Diyarbekir Dîren" derket ser dikê. Zana, demekî dirêj girse bi nîşaneya serkeftinê silav kir û got: “Amed tu siyaseta Mezopotamyayêyî tu dilî. Newroz pîroz be.”    RÊBERÊN KURD BI BÎR ANÎ   Zana, bi domdarî Newroza kurdên li her çar paçeyan, pêşengên gelê kurd Şêx Seîd, Qazî Mihemed, Seîdê Kurdî, Melayê Cizîrî û hwd. pîroz kir û got: “Ew koka me ne. Ez wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Zekiye Alkan bedena xwe da ber agir û rojên tarî ronî kir. Mazlum Dogan bi sê zilikên şixarteyê rojên reş ronî kir. Em tevek ronî kir. Ez wan tevan bi hurmet bi bîr tînim. Ez careke din dibêjim keda we sax be.”    Bi domdarî Zana bal kişand ser têkoşîna Mele Mistefa Barzanî û ev tişt anî ziman: “Em bi fikrên kê şiyar bûn? Ji we dipirsim; em bi felsefe û fikrên Serok Apo hişyar bûn.” Di vê navberê de li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da.   Zana, anî ziman ku li gelek welatên Asyayê Newroz tê pîrozkirin û got ku yên Newroz veguherandin cejnekî navneteweyî jî gelê kurd e.    Zana, bi domdarî bal kişand ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê û wiha got: “Em ê tenê şaredaran ne hilbijêrin. Partiyên îktîdarê henekên xwe bi aqilê dikin. Dibêjin; ‘Me 100 salan kurd birêve bir. Kurd ji me razî ne lewma deng didin me.’ Li rexekî AKP, li rexekî CHP û li rexekî jî MHP... Em êdî dibêjin ‘êdî bes e.’ Ji vir û şûnde em bi xwe dê îradeya xwe bi kar bînin.”    'NEWROZ BEDENA ZEKIYE Û REWŞENÊ YE’    Piştre jî Zana axaftina xwe bi tirkî domand û ev tişt anî ziman: “Em gelekî tema û yê parve nake nînin. Lê belê yên ku Newroz kirine Newroz, bedenên Mazlum Dogan, Zekiye Alkan û Rewşenê ne. Em bi bedenên xwe Newrozê ronî dikin û diyarî gelan dikin. Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe her kesên bi hev re pîroz dikin pîroz be.”    Di berdewama axaftina xwe de Zana bal kişand ser berxwedana “Jin, jiyan, azadî” ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribû bi bîr xist. Di vê navberê de girseyê dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kir. Zana, got: “Wekî hûn jî dizanin, piştî Jîna Emînî ev dirûşm êdî bû dirûşma mirovahiyê û hemû jinan. Jin Jiyan Azadî."   NEWROZA ABDULLAH OCALAN PÎROZ KIR   Zana, bi domdarî bal kişand ser hewldanên aştî û çareseriyê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di sala 1993’yan de û pirsa; “Hûn amade ne ku ev rêye dîsa were vekirin?” kir. Girseyê jî bi yekdengî got: “Erê.” Zana, axaftina xwe wiha qedand: “Aştî, bereket e. Aştî, hezkirin e. Em careke din bi dengekî bilind dibêjin; Newroza te pîroz be Serok Apo. Newroza hemû hevalên girtî pîroz be.”