Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye 2024-03-21 14:45:29   AMED - Hunermenda tûnûsî, Emel Mathlouthî di Newroza Amedê de ji zêdetirî milyonan kesan re stranên xwe gotin.    Newroza Amedê ku bi dirûşma “Rabe dem dema serkeftin û azadiyê ye” tê pîrozkirin, bi tevlibûna zêdetirî milyonekê kesan didome. Di pîrozbahiya ku kêliyekê jî coş jê kêm nebû de piştî axaftina siyasetmedara kurd Leyla Zana hunermena tûnûsî ya di cîhanê de navdar derket ser dikê.    Mathlouthî, li dika ku derketê de Newroza kesên qad dagirtî ye bi kurdî pîroz kir.    Mathlouthî pişt re stranên xwe yên ji hevdu xweştir gotin. Girseya li qadê bi stranên Mathlouthiyê kêliyên xweş derbas kirin. Mathlouthiyê di Newroza Amedê de ji bo gelê filistînê jî stranek got.