Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan 2024-03-21 15:18:54   AMED - Tevî lêgerînên zêde yên li noqteyên polîsan ên di ketina qada Newroza Amedê de jî tîşortê ku wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser bû hate bilindkirin.   Pîrozbahiya Newroza Amedê ku zêdetirî milyonek kes tev li bûye didome. Di dema axaftinan de girseyê tîşortê ku wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser bû bilind kir. Di vê navberê de girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.