Li dora agirê Newrozê li hev civiyan 2024-03-21 15:48:43   EDENE - Newroz li navçeya Ceyhanê di bin baranê de hate pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxist de ev peyam hate dayîn “mifteya aştiyê li Îmraliyê ye”.    Barîna barana zêde ya li navçeya Ceyhan a Edeneyê nekarî pêşiyê li pîrozbahiya Newrozê bigire. Kesên ji bo pîrozbahiya li Qada Newrozê ya li Taxa Belediyeevlerî bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hatin, li gel muzîkên ji ser dikê hatin lêxistin govend gerandin û li benda destpêkirina bernameyê sekinîn.   Hate dîtin ku jinan cil û bergên xwe yên rengîn ên neteweyî li xwe kirine. Girseya ku îşareta serkeftinê kir her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Newroz pîroz be” û “Bijî Serok Apo” berzkirin.    DAYIKÊN AŞTIYÊ AGIRÊ NEWROZÊ VÊXIST    Pîrozbahiya ku namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Edeneyê û Ceyhanê yên DEM Partiyê jî tev li bûn bi rêzgirtinê dest pê kir û girseya li qadê dû re bi yek dengî dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.    Hevserokên DEM Partiyê yên Ceyhanê Meryem Guler û Gorgun Kaya piştî axaftina vekirinê agirê Newrozê li gel Dayikên Aştiyê, çepik, tilîlî û dirûşmeyan vêxist.    ‘XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN’    Dû re Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr û namzetên Hevşaredariyê yên Ceyhanê Delal Mamûk û Cemal Gok bi rêzê derketin ser dikê Newroza gelê ku silav kirin pîroz kir. Namzetên hevşaredariyê her kes vexwend ku di 31’ê Adarê de biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin.   ‘MIFTEYA AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE’    Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Edeneyê ya DEM Partiyê Arîfe Çinar jî spasiyên xwe pêşkeşî herkesên ku tevî barîna baranê tev li pîrozbahiyê bûn kirin.    Çinar, bi lêv kir ku milyonan kesên li qadên Newrozê li hev civiyan qadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diqîrin û rêya hatina aştî û demokrasiyê ya li vî welatî û mifteya wê li Îmraliyê ye û bi lev kir ku divê Abdullah Ocalan demildest bi awayekî fizîkî azad bibe.    LI BER BARÎNA BARANÊ GOVENDA NEWROZÊ HATE GERANDIN    Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan ê kete nava girseya li ber baranê jî anî ziman ku roj ne roja axaftinê ye roja pîrozkirinê ye û wiha got: “Gelê kurd di bin baranê, berfê, bahozê û nava heriyê de her tim li qadan e û li ser piyan e.”   Bozan ê Newroza Abdullah Ocalan û girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne pîroz kir û destnîşan kir ku “Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye.”   Bozan pişt re bi girseyê re di bin barîna barana zêde de govenda Newrozê gerand.