Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn 2024-03-21 15:58:49   ÎZMÎR - Îdianameya derheqê jinên ji ber şandina pereyan û hevdîtinên bi girtiyan re hatibûn girtin hate qebûlkirin û biryara tehliyeyê hate dayîn.    Di Endama Meclisa Partiyê (PM) a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Dîdar Gul, di 31’ê adarê de li Îzmîrê ji ber çûna hevdîtina girtiyan û şandina pere û nameyan bi îdiaya “alîkariya aborî daye rêxistinê” hatibû girtin. Îdianameya derheqê Gul de hate qebûlkirin û Gul hate tehliyekirin. Dadgehê îdianame qebûl kir û biryara darizandina negirtî da.    Her wiha Berdevka Giştî ya Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) Tanya Kara jî bi heman îdiayan di 29’ê sibatê de hatibû girtin û duh hate tehliyekirin.