Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin 2024-03-21 16:10:47     ESKÎŞEHÎR - Gelê ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” kom bû, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hate pîrozkirin.   Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” li Daristana Fîdan a Ataturk hate pîrozkirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Sevilay Çelenk, namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin ên Eskîşehîrê Gamze Toprak û Îzzettîn Altûn, rêveberên navend û navçeyan ên DEM Partiyê yên Eskîşehîrê û gelek welatî beşdar bûn. Kesên beşdarî Newrozê bûn bi dirûşma “Bijî Serok Apo” govend gerand.    Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin ên Eskîşehîrê Gamze Toprak û Îzzettîn Altûn ê di Newroza bi awayekî coş hate pîrozkirin de axivîn, bal kişandin hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê. Namzetan diyar kir ku desthilat bi êrişên li dijî partiya wan nekariye tu encaman bi dest bixe.    Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevîlay Çelenk a pişt re axivî jî gotinên “Kulîlka aştiyê ya ji agir, me tu bi ser dilê xwe ve kirî” yên di peyama Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kışanakê ji bo Newrozê şand de cih girtin parve kir. Çelenk her wiha ev tişt gotin: “Em bi rûmeta xwe bi xasiyeta xwe, ji bilî parastina nasname, sekin û kevneşopiya xwe di nava têkoşînekê de nebûne. Cejna Newrozê ya îro li Tirkiyeyê, Kurdistanê û her derê cîhanê tê pîroz kirin jî îfadeya vê yekê ye.”   Aktîvîteya Newrozê bi gerandina govendê û dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.