Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû 2024-03-21 16:23:35   AMED - Newroza Amedê bi gerandina govendê ya li ber stranên hunermend Mîkaîl Aslan û Arhat bi dawî bû.     Pîrozbahiyên Cejna Newrozê ku di 15’ê Adarê de bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” starta wê hate dayîn îro li Amedê bi awayekî biheybet hatin kirin. Zêdetirî milyonekî kesan tev li pîrozbahiya li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê hate lidarxistin bûn. Di pîrozbahiya Newrozê de coşa li qadê kêliyekî jî nesekinî.    Di pîrozbahiyê de hem naveroka peyamên ku siyasetmedaran di axaftinên xwe de dan û hem jî dirûşmên girseyê berzkirin azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate xwestin.   Newroza Amedê bi gotina stranên hunermend Mîkaîl Aslan û Arhat bi dawî bû. Girseya bicoş a li qadê, tevî barîna baranê li gel stranan govend gerand û keyf kirin.