Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin 2024-03-21 16:25:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Gelên kurd, ereb, suryan, tirkmen û ermen ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li 8 navendan cejna Newrozê bi hev re pîroz kirin.    Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsal Newroz bi coşeke mezin pîroz kir. Pîrozbahî li navendên Dêrik, Girkê Legê, Tirbesipiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Hesekê û Reqayê hatin lidarxistin. Pîrozbahiyên li Kobanê, Heleb û Şehbayê jî ji ber rewşa nebaş a hewayî hatin taloqkirin.    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); pîrozbahî bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatin pîrozkirin û bi hezaran kurd, ereb, tirkmen, suryan û ermen ji saetên zû yên sibehê ve herikîn qadên Newrozê û cejn bi hev re pîroz kirin.    Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevdîrên pêwîst girtibûn û di pîrozbahiyan de dîmenên rengîn derketin holê.    Li gel posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, her wiha di pîrozbahiyan de alên HSD, YPG, YPJ û TEV-DEM’ê jî hatin daliqandin. Nûnerên Rêveberiyên Xweser tev li pîrozbahiyan bûn.    REQA   Yek ji navendên agirê Newrozê lê hatî vêxistin Reqa bû. Pîrozbahî li Stada Şaredariyê anku li “Noqteya 11’an” hat lidarxistin ku DAIŞ’ê di dema dagirkeriya xwe ya sala 2014’an de veguherandibû navenda îşkenceyê. Piştî ku HSD’ê Reqa di sala 2017’an de rizgar kirî, Meclisa Sivîl a Reqayê ev der weke sembola berxwedanê diyar kiribû. Pîrozbahî bi tevlibûna gelên kurd, ereb û gelên din hat lidarxistin.    Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl di pîrozbahiyê de axivî û cejna Newrozê li hemû gelan pîroz kir. Hevserokê Meclsa Demokratîk a Gelan a Kantona Reqayê Xalid Berkel jî cejna hemû gelan pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Her sal di 21’ê Adarê de Newroza me li dijî zext û zilmê xwe weke serdema çanda azad nûjen dike. Berxwedêrê hemdem Mazlum Dogan û hevalên xwe gotin; ‘na ji zilm û teslîmiyetê re.’ Ji ber ku teslîmiyet ber bi xiyanetê ve, berxwedan ber bi serkeftinê ve dibe. Li cihê çanda berxwedanê geş dibe, felsefeya Rêberê neteweya demokratîk heye.”    HESEKÊ   Yek ji navendên din ên agirê Newrozê lê hatî vêxistin jî Hesekê bû. Pîrozbahî li nêzî Bendava Xerbî hat lidarxistin. Dayikên şehîdan agirê Newrozê vêxistin.    Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Leyla Qehreman li vir axivî, Newroz li gelan pîroz kir û têkoşîna gel û dayikên şehîdan silav kir.    DIRBÊSIYÊ   Agirê Newrozê yê Dirbêsiyê li gundê Çol Bistanê hate vêxistin. Berdevka Kongra Starê Rihan Logo di pîrozbahiyê de axivî û got ku gelê kurd di tevahiya dîroka xwe de li dijî qirkirin û siyaseta dagirkeriyê têkoşiyaye. Loqo, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku mebesta ji tecrîdê ew e ku Abdullah Ocalan ji gel were qutkirin û serê gel li hemberî pergala kapîtalîst bidin tewandin.    Bi domdarî Loqo bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got ku divê tu kes li dijî van êrişan bedeng nemîne.    Hevserokê Meclisa Kantona Cizîrê Şiyar Mihemed jî got ku fikrên Abdullah Ocalan teşe daye Newroza hemdem û Newroz li gel pîroz kir.    Piştî axaftinan jî komên çand û hunerê derketin ser dikê. Agirê Newrozê ji hêla dayikên şehîdan ve hate vêxistin.