Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn 2024-03-21 16:50:54   MELETÎ - Kemal Kûrkût ê di Newroza Amedê de bi guleya polîsekî hate qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn.    Kemal Kûrkût ê di Newroza 2017’an a Amedê de bi guleya polîsekî hate qetilkirin, di salvegera kuştina xwe ya 7’emîn de li ser gora xwe ya li Goristana Toptaş a li navçeya Battalgazî ya navendî ya Meletiyê hate bibîranîn. Rêveberên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Meletiyê û gelek kes beşdar bûn. Dayik Secan Kûrkût a li ser gora lawê xwe giriya, bi kurdî lorand.    Bîranîn bi danîna qûrnefîlan li ser gora Kûrkût bi dawî bû.