DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin 2024-03-21 16:58:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê xebatên xwe domandin û rastî eleqeyeke mezin hatin. Namzetan dan zanîn ku dema hatin hilbijartin dê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajar û navçeyan xebatên xwe yên hilbijartinê domand. Li navenda Rihayê û gundên wê tevî rewşa nebaş a hewayî jî xebat bênavber hatin domandin.    EYYUBIYE    Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer tev li xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê yên navçeya navendî ya Rihayê Eyyubiyeyê bû. Namzetên hevşaredariyê yên navçeyê Adalet Erîş û Halîl Akbaş û Ozer bi hev re çûn serdana taxên Kûlînce, Sultantepe, Kûbacîk û Gorenlerê û xebat meşandin. Namzetan di serdanên gundan de projeyên xwe vegotin û piştgirî ji gel xwestin.    HALÎLIYE   Di xebatên hilbijartinê yên navçeya navendî ya Halîliye ya Rihayê de jî ji bo pîrozbahiya Newrozê bangawazî hate kirin. Namzetên hevşaredariyê Sema Ateş û Suphî Yilanci tev li xebatên hilbijartinê bûn û broşûr û vexwendnameyên Newrozê belav kirin. Her wiha di tevahiya rojê de gelek welatî hatin serdana stanta li Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan hatiye danîn. Welatî li Newrozê hatin vexwendin û xebatên hilbijartinê di tevahiya rojê de dom kirin.    SÊWEREG    Di xebatên hilbijartinê yên navçeya Sêweregê de jî namzetê hevşaredariyê yê bajarê mezin a Rihayê Celalettîn Erkmen û parlamentera serdema berê Ayşe Surucu cih girtin. Namzetên hevşaredariyê yên Sêweregê Yildiz Çetîner û Alî Dusak jî bi hev re li gundên herêma Qerejdaxê xebatên hilbijartinê domandin. Di vê çarçoveyê de namzet çûn serdana gundên Têzxirab, Çixrix, Şêxûlî, Qamişlî û Dalkayayê. Namzet rastî eleqeyeke zêde hatin û li pirsgirêkên welatiyan guhdarî kirin. Namzet Erkmen têkildarî pirsgirêkan axivî û ev tişt anî ziman: “Me pirsgirêkên li gundan ji nêz ve şopandin. Tevî ku em di sedsala 21’an de ne jî hêj jî xizmetên jiyanî nehatine kirin. Hêj jî pirsgirêkên rê, ceyran û perwerdeyê hene. Dê DEM Partî tevahiya van pirsgirêkan çareser bike.” Xebatên hilbijartinê li gundan didomin.    SERÊKANİYÊ   Yek ji navendên din ên Rihayê ku xebatên hilbijartinê lê domiyan jî navçeya Serêkaniyê bû. Xebatên li vir ji du baskan ve berdewam kirin. Namzeta hevşardariyê Rahşan Yazar çû serdana xebatkarên îmalatxane û atolyeyên tekstîlê û alîkarî xwest. Piştre jî Yazar çû serdana malan û bi jinan re civiya. Namzet Ugur Kahraman jî li herêma Sêrtê ku weke herêma Koçeran tê zanîn çû serdana gel. Kahraman rastî eleqeyeke mezin hat. Kahraman da zanîn ku dema şaredarî bi dest xistin dê xizmetê bibin her deverekê navçeyê. Kahraman da zanîn ku dê tevî şêniyên navçeyê, hemû xebatên xwe pêk bînin.