Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin 2024-03-21 16:59:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên Nobeta Edaletê careke din daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk li gelek bajaran dabû destpêkirin îro jî berdewam kir.    ÎZMÎR   Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 45’an de didome. Çalakî li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Bayrakliyê hate domandin û xizmên girtiyan dirûşmên “Biji berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.    Dayika Aştiyê Perîhan Ortak di çalakiyê de axivî û xwest ku tecrîda li sr Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin. Ortak, xwest ku zilma li ser gelê kurd tê meşandin bi dawî bibe û wiha domand: “Gelê kurd dê tu caran paşvegavê neavêje. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Dev ji polîtîkayên xwe yên qirêjî yên li dijî zarokên kurd berdin. Bila bi birêz Ocalan re li ser maseyê rûnin û aştiyê pêk bînin. Em ji vir bang li her kesî dikin; destê xwe danin ser wijdana xwe. Deng bidin nobeta dayikan. Bila bizanin ku em dayik li gel zarokên xwe ne. Em berxwedana li zindanan silav dikin û serkeftinê ji gelê kurd re dixwazin.”    Çalakiya nobetê bi serdanan dom kir.    AMED      Nobeta Edaletê ya li Amedê jî ji ber pîrozbahiya Cejna Newrozê li qadê hate domandin.