Li Gokçeadayê Newroz hate pîrozkirin 2024-03-21 17:05:48   ÇANAKKALE - Li Gokçeadayê piştî 10 salan agirê Newrozê hate vêxistin û pîrozbahî hate kirin.    Yek ji navnîşanên Tirkiyeyê ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” Newroz le hate pîrozkirin jî bû navçeya Gokçeada ya Çanakkaleyê. Gokçeada ya herî dawî di sala 2014’an de pîrozbahî lê hate kirin, piştî 10 salan agirê Newrozê lê hate vêxistin. Li otoparka Şaredariyê ya ku pîrozbahî lê hatin kirin pankartên “Bi agirê Newrozê re ber bi azadiyê ve” , “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” û alên DEM Partiyê hatin daliqandin.    Jinan bi cilên xwe yên rengîn tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî piştî rezgiritnê destpê kir.    Hevberdevkê Komîteya Amedekar a Newrozê Sînan Allahkûlû axivî û bal kişand ser girîngiya Newrozê. Hevseroka DEM Partî ya Gokçeadayê Fatma Guzel jî diyar kir ku piştî çend cal şûnde agirê Newrozê li vir tê pêxistin û got: "Agirê Newrozê bila bi xwe re aştiyê bîne."   NAMEYA KIŞANAKÊ HATE XWENDIN    Hevberdevka Komîsyona Bawerî û Gelan a DEM Partiyê Yuksel Mûtlû nameya Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanakê xwend.    Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat ê Newroza gel pîroz kir jî xwest ku Newroz ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn re bibe wesîleya aştiyê.    Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Agît Işik û Siraç Padir dom kir.    Di dema vêxistina agirê Newrozê de girseyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” berzkirin. Newroz bi gerandina govendê bi dawî bû.