Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di roja 100'emîn de ye 2024-03-21 18:38:59   STNEBOL – Încî ku Nobeda Edaletê de axivî, got: "Tevî hemû qedexe û zextên pergalê jî, ev gel wê tu carî ji rastiya xwe dûr nekeve."   Çalakiya Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê re (MATUHAYDER) li Stenbolê hat destpêkirin ket roja 100’emîn. Pankartên bi kurdî û tirkî yên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişkînin, bibin dengê girtîgehan" û “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê girtîgehan” hatin daliqandin. Di nobeda li Rêxistina DEM Partiyê ya Sûltangazî ya Stenbolê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan, azadî ji gitiyan re” û “Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.   Rêveberên Rêxistina Navçeya Esenyûrtê ya MATUHAYDER, DEM Partiyê û gelek welatî beşdarî Nobeda Edaletê bûn.    Zûbeyde Încî ku di çalakiya nobedê de axivî, diyar kir ku gel tevî qedexeyên dewletê jî xwedî li Newrozê derketine û got: “Newroz di dîroka cîhanê de cejna herî kevnar e. Tevî hemû qedexe û zextên pergalê jî ev gel wê tu carî ji rastiya xwe dûr nekeve. Ez Newrozê li hemû dayîkan pîroz dikim."   Nobeda Edaletê bi kilamên kurdî dewam kir.