Ji kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan 2024-03-21 18:41:55   ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê ji 15 kesên hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan.   Li Şirnex, navçeyên wê Cizîr, Hezex, Sîlopî û bajaroka Dêrgulê di 18’ê Adarê de di serdegirtin amalan de 15 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin Agît Şerîfoglu, Reşît Çagli, Ayşe Soysal, Ayşegul Ceylan, Ridvan Bakşî, Gokan Erkul, Rojhat Karavîş, Mehmet Erek, Murat Kiliç, Yakup Durak, Vedat Urek, Kade Yîbu piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan hatin berdan.    Ciwana bi navê Besna Tayboga jî sewqî edliyeyê hat kirin û ew jî li wir bi şerta kontrola edlî hat berdan.   Sînan Oz jî dema binçavkirina wî hat dirêjkirin û zarokê bi navê F.L hîna li şaxa zarokan tê girtin.