Piştî Newrozê li Amedê 126 kes hatin binçavkirin 2024-03-21 20:49:54   AMED-Piştî Newroza Amedê zarok jî di nav de herî kêm 126 kes gatin binçavkirin.   Newroz ku di 15’ê Adarê de bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” starta wê hate dayîn îro li Amedê bi awayekî biheybet hat pîrozkirin. Zêdetirî milyonek kes tevli pîrozbahiya li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê hat lidarxistin bû. Di pîrozbahiya Newrozê de coşa li qadê kêliyekî jî nesekinî.   Piştî pîrozbahiya Newrozê gelek kes hatin binçavkirin.    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, zarok jî di nav de herî kêm 126 kes hatine binçavkirin. Hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Navçeya Rezanê.