DEM Partiyê serdana malbatên ku malên wan di bin avê de man kir 2024-03-21 22:33:11   ŞIRNEX- DEM Partiyê serdana malbatên ku malên wan di bin avê de man kir.   Li navçeya Cizîr a Şirnexê ji ber barana zêde kuçe û kolan di bin avê de man. Li Cizîrê ku loxerên wê kêm in, ên heyî jî xitimîn. Ji ber barîna ku êvarê destpêkirî gelek kuçe û kolan di bin avê de man. Welatiyên ku nekarîn ji mala xwe derkevin demeke dirêj zehmetî kişandin. Welatiyên di malên xwe de asê bûn bi seatan benda alîkariyê man.    Her wiha mirîşk û pêdiviyên xwarinê yên welatiyan jî di bin avê de man. Ji ber ku lehî di dema fitariyê de çêbû ku wê demê pir kes ne li derve bû, rê li ber metirsiyeke mezin hat girtin. Piştî lehiyê kolan veguherîn deryaya heriyê.   Negirtina tu tedbîran ji aliyê welatiyan ve rastî bertekan tê. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, namzetên Hevşaredariyê yên Cizîrê Guler Tûnç Yerbasab û Abdurrahim Dûrmûş û rêxistina navçeya Cizîrê serdana malbatan kirin û piştgirî dan wan.    Hat diyarkirin ku Şaredariya Silopiyayê ya ku ji aliyê HDP’ê ve tê birêvebirin jî, dö ji bo alîkariya welatiyan bike ekîbekê bişîne.