ROJEVA 22’YÊ ADARA 2024’AN 2024-03-22 09:01:09 * Welatiyên ku beşdarî Newroza Wêranşarê bûn banga beşdariya li Newroza Rihayê ya ku wê sibe bê pîrozkirin kirin. * Goştê sor ku bihayê wî li gorî par du qat zêde bûye, êdî li ser sifreyan naxuyê. Welatiyên ku nikarin goştê spî jî bikirin hestî û bermayên mirîşkan yên ji goş hatine xalîkirin û berê li qesabxaneyan belaş dihatin dayîn, distînin.    * Karkerên înşaetê yên ku amadekariya ku bi kampanyaya hilbijêrên livdar biçin ser Kurdistanê , diyar kirin ku hilbijartin ji bo Kurdistanê pir girîng e û dengek dikare her tiştî biguherîne û got: “Ji bo şandina qeyûman em bi DEM Partiyê re bibin yek."   * Welatiyên Cizîrê yên ku di lehiya duh de malên wan di bin avê de man bertek nîşanî rêveberiya qeyûm dan û wiha gotin: “Her carê em vê rewşê dijîn. Şaredarî şaredariya pere xwarinê ye, ne ya xîzmetê ye.”   * Danişîna ewil a doza rojnameger Zeynep Durgut û 17 jinên din dê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Şirnexê were lidarxistin. (10.00)    * DEM Partî dê li gelek bajaran xebatên hilbijartinê bidomîne. (10.30-18.00)   * Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir dê li navçeya Pasûrê ya Amedê; Hevseroka Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar li navçeyên Pîran û Gêlê; siyasetmedar Leyla Zana jî dê li navçeyên Hezro û Hênê bi gel re hevdîtinan li dar bixe. (10.00-20.00)   * Dê li Meletî û Enqereyê pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin. (11.00-12.30)   * Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan dê li gelek bajaran bidome. (11.00-17.00)   * Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê biçin serdana Emîne Şenyaşar ku li pêşiya Wezareta Dadê Nobeta Edaletê li dar dixe. (19.00)