Banga ji bo beşdariya Newroza Rihayê 2024-03-22 09:02:38   RIHA - Welatiyên ku beşdarî Newroza Wêranşarê bûn, ji bo tevlibûna Newroza Rihayê ku dê sibe were lidarxistin bang kirin.   Newroza Rihayê wê sibê saet di 10.00'an de li Stada 11'ê Nîsanê ya li navçeya Halîliyeyê bê pîrozkirin. Welatiyên Rihayê yên ji bo Newrozê amade ne, li bendê ne ku gel ji bajar û navçeyên derdorê jî beşdarî Newroza Rihayê bibin.   Xelkê Rihayê ku bal kişand ser coşa Newroza ku di 20'ê Adarê de li Wêranşarê bi beşdariya bi deh hezaran kesî pêk hat, dirûşmeya azadiyê careke din dubare kir û banga beşdariya li Newroza Rihayê kir.   Halef Îşlek (50) diyar kir ku ew bi malbat û hevalên xwe re zû hatine qada Newrozê û wiha got: “Qelebalixiyê em kêfxweş kirin. Em niha kêfxweş in. Hêvîdar im di hilbijartinên 31'ê Adarê de jî em ê bi heman rengî kêfxweş bibin. Em ê jî di pîrozbahiya Newrozê ya di 23’yan de li Rihayê bê lidarxistin bin. Em dixwazin gelê Rihayê jî li wir bibînin. Newroz ji bo kurdan cejn e, cejna biratiyê ye, cejna kurdan e."   ‘NEWROZ AGIRÊ MAZLUM Û MELA PÎRAN E'   Cafer Taşkin (45) da zanîn ku wan hemû gel vexwendiiye qada Newrozê û got: “Newroz agirê Mazlûm û Kemal Pîran e. Ew agir heta îro berdewam dike. Em bang li hemû gelê Rihayê dikin ku beşdarî Newroza ku wê di 23'yê Adarê de bê pîrozkirin bibin. Ez hemû gelê Rihayê û herêmên derdorê vedixwînim Newrozê. Werin em li qada Newrozê li dijî zilmê biqîrin û bibêjin em van polîtîkayan qebûl nakin. Em azadiyê dixwazin."   Zozan Dagliyê (19) ku bi hevalên xwe re hat qada Newrozê diyar kir ku ew li qada Newrozê xwe azad hîs dikin. Dagliyê got: “Ez ji hemû kurdan re dibêjim 'Rabe'. Em dixwazin êdî azad bibin. Ji ber ku me cil û bergên herêmî li xwe kir, heya em hatin polîsan em dan sekinandin. Ev banga me ji gelê Rihayê re ye, hemû werin Newrozê."   Sakîne Atrayê (70) anî ziman ku ew bi halê xwe yê bi rojî hatiye Newrozê û diyar kir ku ew ê vê coşê di hilbijartinên 31'ê Adarê de bibin ser sindoqan û wiha got: "Ez dixwazim girtiyên di greva birçîbûnê de rojek berî rojekê bên berdan. Em raya giştî vedixwînin Newroza Rihayê ku wê di 23'ê Adarê de bê lidarxistin. Dem dema me ye."    MA / Ceylan Şahînlî