Ji karkerên înşeatê banga ji bo hilbijêrên livdar: Em bi dengê xwe ber bi DEM'ê ve biherikin 2024-03-22 09:34:01 STENBOL - Karkerên înşaetê yên ku amadekariya ku bi kampanyaya hilbijêrên livdar biçin ser Kurdistanê, diyar kirin ku hilbijartin ji bo Kurdistanê pir girîng e û dengek dikare her tiştî biguherîne û got: “Ji bo şandina qeyûman em bi DEM Partiyê re bibin yek."   Serlêdanên li Komîsyona Hilbijêrên Livdar a Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê roj bi roj zêde dibin. Gelek karkerên înşaetê yên ku ji bo xebatê ji Kurdistanê hatine Stenbolê, di çarçoveya kampanyaya hilbijêrên livdar de ku ji aliyê DEM Partiyê ve hatiye destpêkirin, xwe amade dikin ku biçin bajarê xwe. Karkerên înşaetê yên li Kuçukçekmeceya Stenbolê bang li hemû karkerên Stenbolê kirin ku wekî wan bixebitin.   Karkerên înşaetê gotin "Dengek jî dengek e" û ji karkeran xwestin ku serî li DEM Partiyê bidin.   Harun Işik (30) ku di sala 2015'an de ji Agiriyê hatiye Stenbolê û li ser înşaetan dixebite wiha got: “Li herêma ku em lê dijîn kar tune ye. Dewlet veberhênanê nake. Ji ber vê em tên rojavayê Tirkiyeyê û karê înşeatê dikin. Bi hezaran kurdên wekî min hene, çarenûsa me hemûyan yek e."    Işik diyar kir ku Stenbol ew cih e ku karkerên kurd ên înşaetê lê dijîn û diyar kir ku di hilbijartinan de potansiyela dengdayînê ya karkerên kurd diyarker e. Di vê çarçoveyê de Işik diyar kir ku xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê yên ji bo hilbijêrên livdar gelek watedar e û got: “Li navçeya Bazîdê di hilbijartinên berê de HDP bi ser ketibû. Piraniya me dengê xwe da HDP'ê, lê mixabin îradeya me nas nekirin û qeyûm tayîn kirin. Qeyûm niha bi rê ve dibe. Qeyûm heta niha tiştek ji me re nekiriye. Kampanyaya ku DEM Partiyê li dar xistiye kampanyeyeke pir baş e. Ji ber ku li xerîbiyê ne, gelek hevalên me ji ber nebûna pereyan nikarin biçin, ji ber vê yekê ev kampanya baş bû. Ez dixwazim hemû hevalên xwe yên karkerên înşaetê serî vê kampanyaya hilbijêrên livdar bidin û dengê xwe bi kar bînin."   Omer Atalay (22) anî ziman ku ew ji Îdirê hatiye Stenbolê û ji 15 saliya xwe ve li ser înşaatan dixebite. Atalay diyar kir ku înşaeta ku lê dixebite karê sewaxê dike. Atalay bal kişand ser pirsgirêkên karkerên kurd ên li rojavayê Tirkiyeyê Rojava dijîn û wiha got: "Ez diçûm dibistanê, lê ji ber ku li dibistanê perwerdeya bi kurdî tune bû, min xwe kêm hîs dikir."   Atalay da zanîn ku hilbijartinên 31’ê Adarê bi taybetî ji bo bajarên Kurdistanê xwedî girîngiyeke taybet in û got: “Ev ne tenê mijara dengan e. Çawa ku me dest ji perwerdehiya xwe berda û em hatin vir di înşaetê de dixebitin, divê em îradeya xwe jî biparêzin da ku yên piştî me jî heman tiştî nebînin. Ger em dixwazin birayên me bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin, ger em dixwazin siberojeke baştir bijîn divê em nasnameya xwe, ziman û çanda xwe biparêzin. Dema em di hilbijartinan de deng didin, em van hemûyan hildibijêrin. Em van qeyûman qebûl nakin."    ‘EM TEVÎ DENGÊN XWE BER BI DEM'Ê VE BIHERIKIN'   Atalay diyar kir ku ew ê bi kampanyaya hilbijêrên livdar a DEM Partiyê biçe dengdanê û got: “Heta niha li Tirkiyeyê ji bilî DEM Partiyê tu partiyeke din nîn e ku giraniyê bide pirsgirêkên kurdan, rêzê li zimanê wan bigire û wan wekî mirov bihesibîne. Em kurd in, em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê.   Ez heya hewce neke naçim bajarê xwe. Lê dema mijar dibe hilbijartin, ji bo biçim warê xwe çi ji destê min tê dikim. Divê em di hilbijartinên 31’ê Adarê de dengê xwe bidin yekîtiya xwe. Werin em bibin yek û dengê xwe bidin DEM Partiyê da ku qeyûman ji herêma me bişînin. Werin em bi hev re bi dengên xwe ber bi DEM Partiyê ve biherikin."   ‘NEBÊJIN DENGEK KÊM E'   Erdogan Ayban (22) ê ji Îdirê wiha got: “Di navbera Îdir û Stenbolê de 1600 km rê heye. Em ji bo debara xwe bikin ev qasî rê tên.   Helbet, zehmet e ku mirov ji malbata xwe dûr be. Her wiha gelek hevalên me ji ber nasnameya xwe rastî nijadperestiyê tên. Di Newrozê de jî me dît ku ji ber cilûbergên wan nehiştin gelek dayik têkevin hundirê qadê. Ji ber vê yekê li vî welatî pirsgirêkên mezin hene. Yek ji van pirsgirêkan, pirsgirêka kurd e. Bi gotineke din, polîtîkayên qeyûmtiyê jî ji vê pirsgirêkê derdikevin. Ji ber ku dema em diçin ser sindoqan, em dizanin dengê xwe didin kê. Lê dewlet kesên ku em wan hildibijêrin digire, qeyûm tayînî şaredariyên me dike, dengên me didize. Ev mêtingerî ye, em dibêjin dest ji vê mêtingeriyê berdin. Divê her kes biçe dengê xwe bide, dengek jî dengek e. Divê em wiha nefikirin ku dê ji dengekî çi derê."   Dogan Yunusekme anî ziman ku ji bo xebatê ji Êlihê hatiye Stenbolê û wiha got: “Ez li ser înşaetê karê alçiyê dikim. Ji ber ku min li Êlihê derfeta kar peyda nekir ez hatim vir. Di dema hilbijartinan û cejnê de tenê em dikarin herin malên xwe. Ji ber ku ez kurd im ez ê biçim di hilbijartinên herêmî de dengê xwe bidim. Ez dengê xwe didim DEM Partiyê û em ê bi otobusa dengdêrên livdar a DEM’ê biçin.”   MA/ Esra Solîn Dal