Daxwazên ku ji qada Newrozê bilind bûn 2024-03-22 11:09:42   AMED - Di Newroza bi heybet a Amedê de bertekeke mezin nîşanî tecrîda li Îmraliyê hate dayîn. Welatiyên ku tev li pîrozbahiyê bûn xwestin ku ji bo aştiyeke mayînde tecrîd were rakirin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe.    Li Amedê duh bi tevlibûna sed hezaran kesan Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyên ku li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê hatin lidarxistin de dîmenên rengîn derketin holê. Têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd, azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û yekitiya neteweyî ya kurd peyam hatin dayîn. Welatiyên ku me li qada Newrozê mîkrofon dirêjî wan kir, destnîşan kir ku daxwazên ku siyasetmedaran anîne ziman daxwazên wan bi xwe ne.    HÊRSA LI DIJÎ TECRÎDÊ    Şaban Karademîr ê anî ziman ku Newroz hatine biharê ye, anî ziman ku ji bo li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin hatine qadê û wiha got: “Em ji bo Newroza hemû Kurdistanê pîroz bikin hatin qadê. Li ser Serokê me (Ocalan) û gelê kurd tecrîdek heye. Em hêvî dikin ku ev tecrîd rabe dê aştî were.”   Saît Ozer, anî ziman ku di hemû pîrozbahiyên îsal de peyama “em hene” hate dayîn û wiha axivî: “Em her sal di Newrozê de bi awayekî bicoş tên bahev. Ji bo gelê kurd îro me qad dagirtin. Hevî dikin ku dê tecrîd were rakirin û em ê azad bibin. Em ê bi ziman û çanda xwe hebûna xwe bidomînin.”   ‘BILA OCALAN BI AWAYEKÎ FIZÎKÎ AZAD BIBE’    Salîh Kûday jî bi lêv kir ku Newroz ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn tê wateya aştî û azadiyê û wiha got: “Di dilê gelê kurd de paytextek heye, ew jî Amed e. Ji ber vê yekê jî em li qadan e. Weke ku hûn jî dizanin ji birêz Ocalan 3 sal in agahî nayê girtin. Destûrê nadin ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Saziyên navneteweyî di nava helwesteke durû de ne. Tecrîd ji bo gelê kurd tê wateya komkujiyê û şer û hêsirê çavan bi xwe re tîne. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ku ‘Hefteyekê bidin min, ez ê vî şerî di rojekê de bisekinînim’ Werin em bi hev re dest bidin hev û vê tecrîdê rakin. Bila hem statuya kurdan hem jî yekitiya kurdan pêk were. Bila hem jî birêz Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe. Heta ku tecrîd ranebe aştî ne tê Tirkiyeyê ne Kurdistanê ne jî Rojhilata navîn.”   ‘EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’     Bedriye Acar jî wiha got: “Em aştiyê dixwazin, şer naxwazin. Gelê kurd dê serbikeve. Gelê kurd dê tecrîdê rake.”   Abdûrrahman Polat jî ev tişt gotin: “Newroz ji bo azadiya gelê kurd e. Newroz coşa Kurdistanê ye. Qadên pîrozbahiyên Newrozê qadên ku gelê kurd hebûna xwe lê diqêre ne. Em ê bi serkeftina hilbijartinên îsal, tecrîdê rakin. Em dixwazin hevalên me yên girtî azad bibin. Em hêvî dikin ku em ê azadiyê bînin.”   Welatiya bi navê Sûltan Alcû jî wiha got: “Em hêvî dikin ku em ê di vê hilbijartinê de serbikevin. 3 zarokên min li bajarên cuda di girtîgehan de ne. Ez dixwazim tecrîda li ser girtîgehan û li ser Ocalan bi dawî bibe. Heke tecrîd were rakirin dê pişt re aştî jî were.”   Jiyan Gul a bertek nîşanî tecrîda Îmraliyê da jî wiha got: “Tecrîda li ser Serokatî, li ser ziman, çand û vîna gelê kurd jî tê pêkanîn. Em tecrîdê qebûl nakin. Em daxwazên xwe yên demokratîk li her qadê tînin ziman.”   ‘EM Ê SEROK APO JI GIRTÎGEHÊ DERXÎNIN’    Welatiya bi navê Fatma Mewlut jî wiha axivî: “Newroz ji bo me tê wateya aştiyê. Em ê Serok Apo ji girtîgehê derxînin. Gelek mirovên me û serokên me li girtîgehan tên ragirtin. Îro kevir jî barîbûna em da werin û em hatin jî. Em ji bo azadiya wan û rakirina tecrîdê hatin. 100 sal jî derbas bibin heta ku em aştiyê bi dest nexin em nasekinin. Heke tecrîd were rakirin û Serokê me derkeve dê bi her awayî aştî pêk were. Dê ev yek bibe serkeftina me hemûyan.”   Mûstafa Kinay ê da zanîn ku ji navçeya Kanîreş a Çewligê tev li Newrozê bûye jî wiha got: “Ji bo ku em li vir in em gelekî keyfxweş in. Em ê tecrîdê rakin, girtiyên xwe ji zindanan derxînin.”   ‘EM Ê SERBIKEVIN’    Derûn Akgun jî anî ziman ku  hemû mirov li dijî tecrîdê diherikin qadan û got: “Heke em bikarin tecrîdê bidin rakirin dê her tişt gelek baş be. Ji ber ku gelek mirov ji bo vê li vir kom bûn. Em ê dawiya dawî tecrîdê bidin rakirin û serbikevin. Em ji vê bi bawer in, em ê teqez serbikevin. Em hemû jî dixwazin ku aştî pêk were.”   Mehmet Salîh Açıkgoz jî bi lêv kir ku daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dikin û ev tişt gotin: “Newroz ji bo me rojeke gelekî girîng e. Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan bi zilikên şixatê bedena xwe da ber agir. Zekiye Alkan li ser Sûran bedena xwe da ber agir. Hevalên me ev yek ji bo rojên ronahî û yekitiyê kirin. Em azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin. Ji ber ku Serok ne tenê kurdan hemû gelên bidest ên li Rojhilata Navîn temsîl dike.”   Açıkgoz, wiha domand: “Me dikujin lê nikarin hêviya me bikujin. Yilmaz Guney digot ‘Em ê serbikevin, em ê teqez serbikevin’. Yilmaz Guney rast dibêje, serkeftin a me ye.”   ‘EM HEBÛN, EM Ê HEBIN’    Şiyar Kîşîn jî wiha got: “Ez ji bo yekitiyê hatin. Hêviya me hemûyan ew e ku aştî pêk were.”   Ersîn Dogan ê ji Mêrsînê tev li Newroza Amedê bû jî wiha got: “Newroz ji bo me azadiya hemû gelên cîhan îfade dike. Heke tecrîd were rakirin mirov dê di her wateyê de bi awayekî azad bijîn.”   Heybet Bal a got ku “Em bi salan e li vê meydanê ne, em hebûn, em ê her hebin” jî ev tişt gotin: “Ev der axa me ye, em ê heta dawiyê têbikoşin. Heke tecrîd were rakirin em ê azadtir bibin. Pêvajoya çareseriyê hebû, bi kêrî hin kesan nehat. Peyman xera kirin. Hêvî dikim ku dîsa pêvajoya çareseriyê çêbibe û tecrîd were rakirin.”   MA / Eylem Akdag - Şîlan Çîl